NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku di encama pevçûnên li bajarê Suweydayê yên di navbera qebîleyên Bedewî û şervanên herêmî de 37 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), têkildarî şer û pevçûnên li bajarê Suweydayê ku piranî Durzî lê dijîn ên di navbera qebîleyên Bedewiyan û şervanên herêmî de daxuyanî da. SOHR’ê da zanîn ku heta niha 37 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji van 27 jê Durzî û 10 jî Bedewî ne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 2 jê zarok 50 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî ya Şamê jî îdia kir ku ev pevçûn ji ber rageşiyên di demên berê de kom bûne derketiye.