AGIRÎ - Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin ku tev li merasîma îmhakirina çekan bûbû, got: “Di mijara guherandina destûra bingehîn de hewceye mekanîzmayên dewletê berpirsyartiyê li xwe bigirin.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştre jî PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê da. Piştî banga Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de jî komeke gerîlayan di 11’ê Tîrmehê de li Şiklefta Casenê ya bajarê Silêmaniyeyê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Koma Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ku ji 30 kesan pêk dihat, çekên xwe şewitand. Ji Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê gelek kesan ev merasîm şopand.
Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin ku tev li merasîmê bû, wiha got: “Li Şikefta Casenê bûyereke dîrokî qewimî û em bûn şahid. Cihê toren lê hatî kirin cihekî pir girîng bû. Çapxaneya ewil a Kurdî li wir bû. Di heman demê de şikefta xebatên leşkerî û siyasî ya salên 70-80’an a Barzanî û Talabaniyan a li dijî rejîma Baasê bû. Lewma tiştekî biqîmet bû ku organîzasyon li wir hat lidarxistin.”
‘ÇEK Û REXTÊN XWE WAN BI XWE ŞEWITANDIN’
Gunakin, da zanîn ku yek ji xisûsa bala wî kişandî ew bû ku her kesî bi xwe çek û rextên xwe şewitand û got: “Ev tiştekî gelek bi qîmet bû. Min weke ‘me çekên xwe li vir hiştin û tevî teçhîzatê şewitand’ fêm kir. Dikarim bibêjim peyama têkoşîneke demokratîk a li ser bingeheke hiqûqî dan. Tiştekî din a bi qasî şewitandina çekan hebû ku ew jî şîfre û nîşeyên di daxuyaniyê de bûn. Ji ewil polîtîkaya hebûnê vegotin û gotin ew encama polîtîkayên înkar, tunekirin, pişaftin û ewlehiyê yên çar parçeyan e. Daxuyaniya hatî dayin gelek biqîmet bû.”
BAL KIŞAND SER GAVÊN PRATÎK
Gunakin, axaftina xwe wiha qedand: “Divê dewlet jî êdî gavên pratîk biavêje. Gavek ji wan dikare bibe berdana girtiyên siyasî. Di mijara guhertinên di destûra bingehîn de hewceye mekanîzmayên dewletê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Hewceye mirov êşên kesên din hîs bike û înîsiyatîfê li xwe bigire. Ez di wê baweriyê de me ku yên herî zêde ji şer aciz, ew kes in ên êş kişandin. Lewma divê em guh bidin dengê şehîd û gaziyan. Ji ber parastina ewlehiya merasîmê spasiya PDK û YNK’ê dikim. Pir girîng e ku xwedî li pêvajoyê derdikevin.”
MA / Omer Akin