ENQERE - DEM Partiyê bi boneya sala 95’an a Komkujiya Zîlanê daxuyaniyeke nivîskî da û xwest ku delet bi komkujiyê re hevrû bibe û ji gel lêborînê bixwaze.
Hevberdevkê Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mûtlû, bi daxuyaniyeke nivîskî qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî û bang li dewleta Tirk kir ku hesabê komkujiyê bide û lêborînê ji gel bixwaze.
Yuksel Mûtlûyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 13'ê Tîrmeha 1930'an de li Geliyê Zîlanê bi hezaran mirov hatin kuştin. Jin, zarok, kal û pîr bi bombeyan, bi tifingan hatin qetilkirin. Mal hatin şewitandin, gund ji holê hatin rakirin, mirovên sax man jî hatin sirgûnkirin. Komkujiya Zîlanê yek ji mînakên herî giran ên polîtîkaya înkar û îmhayê ya bi rêk û pêk e ku li dijî gelê Kurd tê kirin.”
Bi domdarî hate diyarkirin ku yek ji hêmanên bingehîn ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hevrûbûna bi rabûrdiyê re ye û got: “Zîlan, birîneke hevpar a her kesî ye ku daxwaza jiyaneke wekhev û azad dikin. Di heman demê de berpirsyariyeke hevpar e.
Lewma;
* Komkujiya Zîlanê divê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve bi fermî bê naskirin û bi rengekî aşkera lêborîn ji gel bê xwestin.
* Di bin sîwana TBMM’ê de bila Komîsyoneke Lêkolînê ya berfireh bê avakirin.
* Geliyê Zîlanê divê weke cihê hevrûbûnê û bîrê bê parastin, gundên hatin îmhakirin, şopa jiyana hate tunekirin, bi nêzîkatiyeke çêker divê nîşandan.
* Sîstemeke ku heqîqetê înkar bike nikare aştiyê biafirîne. Edalet jibîrkirin nîne; bi rûbirûbûnê ava dibe. Me Zîlan ji bîr neki.”