STENBOL - Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Jin tên kuştin edaleta mêr bêdeng e” derket.
Hejmara 124’an a kovara Jinê bi manşeta “Jin tên kuştin edaleta mêr bêdeng e” derket. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser komkujiyên jinan, polîtîkaya necezakirinê û têkoşîna jinan.
Nivîsên di hejmara nû de ev in:
* Di Peymana Stenbolê de em li ku ne? / Meral Daniş Beştaş
* Li Kurdistanê anatomiya tundiyê: Bi azadiya jinê re jiyaneke nû / Adalet Kaya
* Deriyê di Mihrîcana Jinan de vebûyî: Li dijî qirkirina jinan pêşniyarên çareseriyê / Aylîn Karakaş
* Dema Înanna dimeşe: Berxwedan û şerê taybet / Dîlan Bebleşîn
* Jinên ku tu îktîdaran nekarî serî pê bidin tewandin / Oya Açan