NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan daxwaza eşkerekirina berpirsên kuştina siyasetmedarê kurd Vedat Aydin kirin ku di sala 1991ê de di binçavan de hatibû qetilkirin.
Çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" berdewam dikin. Şaxa ÎHD ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 856'emîn a çalakiyên xwe de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, lo kiryarên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ê ku di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de hat qetilkirin, hat pirsîn. Ji bilî malbata Aydin, nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amed Ercan Yilmaz, parêzvanên mafên mirovan ên ku hatine qetilkirin bi bîr xist û got: "Hevalên ku me navên wan bilêv kirin, ji bo ku Tirkiye bigihêje pergaleke demokratîk, têkoşiyan. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin."
'DEWLET SÛCDAR E'
Hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydinê got: "Dema ez li malê bûm ew ji malê girtin, min ew dîtin, ez wan nas dikim. Biryar ji jor ve hat, dewletê bi xwe da. Serokwezîrê wê demê, serokkomar, serfermandarê giştî... hemûyan dizanibû. Ev biryareke hevbeş a hemûyan bû. Bi vî rengî wan 10 hezar kes winda kirin. Bi ya me, sûcdar ne 4-5 kes in, dewlet bi xwe sûcdar e. Îro dibêjin, 'Divê PKK çekên xwe deyne.' Em jî naxwazin kes bimire. Lê danîna çekan têrê nake. Divê rayedar li ser navê dewletê derkevin û bibêjin, 'Dewletê ev biryar da, destê dewletê tê de hebû.' Her çend em nebînin jî, divê zarok û neviyên me van belgeyan bibînin, divê dewlet qebûl bike. Têrê nake ku PKK çekên xwe deyne. Em ji dewletê tezmînat an pere naxwazin. Em dixwazin dewlet vê yekê qebûl bike."
Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî got: "Kurdan bedelên pir giran dan. Wan 45 salan têkoşîna çekdarî meşand. Îro wan biryar da ku wê bi dawî bikin. Em piştgiriyê didin vê biryarê. Aştî bi qebûlkirinê dikare pêk were. Yên ku hebûna kurdan qebûl nekirin, piştî 100 salan ji vê xeletiyê paşve vegeriyan. Jiyaneke azad ji bo zarok û neviyên me bi qebûlkirin û lêborînê dikare pêk were. Divê dewlet sûcê xwe qebûl bike ku em jî efû bikin."
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê jî diyar kir ku ew ê her tim li aqûbeta hemû windayan bipirsin.
Sekreterê Şaxa ÎHD a Amedê Omer Saman çîroka Vedat Aydin xwend.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 182êmîn a çalakiyên xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Kiryar diyar in, winda li ku ne" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hatin vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de Vedat Aydın hat bîranîn û ji bo Haci Sala yê ku di sala 1987'an de hat qetilkirin doza edaletê hat kirin. Endamê Şaxa ÎHD ya Colemêrgê Koruş Akgol daxuyanî xwend.
‘LEŞKERAN DESTÛR NEDA JI BER XWÎBÊ MIR'
Akgol bi bîr xist ku Haci Sala ji gundê xwe, gundê Zerilî, çûye gundê Kavlegund, gundê xizmên wî, da ku ji xizmên xwe xatir bixwaze ji ber ku ew ê biçûya leşkeriyê û got: "Haci Sala ku di rêya vegerê de di rêyan re derbas dibû, ji aliyê leşkerên ku çûne operasyonê ve hat rawestandin. Tevî kontrolkirina nasnameyê jî, leşkeran li Haci Sala ku digotin ji xeta sînor hatiye, tundî bikar anîn. Her çend wî got ku ew ji sînor nehatiye û ew ê tevlî artêşê bibe jî, leşkerekî payebilind Sala bi çekê birîndar kir û ferman da ku ew li cihê bûyerê bê hiştin. Gundiyan şahidiya bûyerê kirin û leşkeran nehiştin ku gundî biçin cihê bûyerê. Kesên ku dixwestin alîkariyê bikin, mudaxileyî wan hat kirin. Kesên ku Haci Sala ku li cihê bûyerê xwîn jê dihat, nas dikirin, qîriyan û pêşniyaz kirin ku birîna wî bê bêçandin da ku xwîna wî bê sekinandin. Lêbelê, piştî demekê, tevî hemî hewldanan, Haci Sala ji ber windakirina xwînê hişê xwe winda kir û jiyana xwe ji dest da."
‘LEŞKER HATIN XELATKIRIN'
Akgol diyar kir ku leşkerên ku piştre dîsa çûne cihê bûyerê cenazeyê bêcan ê Haci Sala birine qereqola polîsan û got: "Gundiyên ku pir qerebalix bûbûn li ber qereqola polîsan a Şahê kom bûn û bertek nîşanî bûyerê dan. Fermandarê firqeya wê demê ku daxuyanî da îdia kir ku Haci Sala dema ku sînor derbas dikir hatiye gulebarankirin û agahiyên ku destûr nehatiye dayîn ku gundiyan mudaxele bikin red kir. Lêbelê, rapora otopsiyê bi fermî belge kir ku Haci Sala ji ber xwînrijandinê miriye. Ne tenê lêpirsîn nehat vekirin, lê endamên malbatê yên ku ji bo pirsa aqûbeta Haci Sala çûn dadgehê gef li wan hatin xwarin.
Malbata Hacî Sala paşê hîn bû ku leşkerê ku got "Min ew gulebaran kir" hatiye xelatkirin û pileya wî zêdekirin. Endamên malbatê yên ku paşê gef li wan hat xwarin, ji ber çavtirsandinê nekarîn îtîraz bikin. Her çend sûcdar hatibe naskirin jî, aqûbeta Hacî Sala kiryarê wî nediyar ma."
‘BILA AQÛBETA WÎ BÊ DIYARKIRIN'
Akgol diyar kir ku li dijî qanûnê ye ku tevî şahidên bûyerê, rapora otopsiyê û hemû rastiyan lêpirsîn nehatiye vekirin û got: "Em daxwaz dikin ku nasnameya leşkerê ku got 'min gule berda' were diyarkirin û fermandarên berpirsiyar demildest li dadgeheke adil û rastîn hesab bidin. Em ê tu carî nehêlin ku aqûbeta Haci Sala ne diyar bimîne."
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 692'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên welatiyên ku di bin çavan de hatine windakirin û bi kiryarên kiryar nediyar hatine qetilkirin hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Vedat Aydin hat xwendin. Çîroka Aydin ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Melek Atalay ve hate xwendin.