ANTALYA - Girtiyê nexweş Bûrhan Guneş, rexmê nexweşiyên fetqa stû û piştê û nexweşîyên weke şekir, bêhnkurtê nayê tehliyekirin û mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin.
Rexmê ku çen meh bihurîn li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê re jî hêj têkildarî berdana girtiyên nexweş ku daxwaza civakê ya sereke ye, tu gav nehatiye avêtin. Rewşa girtiyên nexweş her roj xirabtir dibe. Girtiyên nexweş ku gelek nexweşiyên wan ên giran hene mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin. Yek ji van girtiyên nexweş Bûrhan Guneş (44) e ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin.
Guneş, di 2009’an de li Amedê hate girtin, sewqi Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate kirin û ji wir jî şandin Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê. Guneş, rexmê nexweşiyên xwe yên giran jî nayê tehliyekirin û mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin.
5 FETQÊN WÎ HENE
Li gorî agahiyên ku me ji malbata Guneş bi dest xistine, di stûyê Guneş de 3 û di pişta wî de 2 fetq hene. Hate diyarkirin ku ji ber van nexweşiyan gelek êşê dikşîne û ev nexweşî tevgerên wî sînordar dikin. Guneş ê ku di çoga wî de menîskus heye, di meş û di mayîna ser piyan de zehmetiyan dijî.
NEXWEŞIYÊN HINAVAN
Ji ber mercên girtîgehê, nexweşiya Gunaş a bêhnkurtê wî zêde dide zorê. Herwiha ji ber nexweşiyên wî yên weke gastrît, reflu û ya roviyan (ÎBS), her tim zikê Guneş dinepixe û diêşe.
SER HIŞÊ XWE DIÇE
Guneş ji ber nexweşiya vitiligo, dengan nabihîse. Herwiha nobedên hipoglisemi derbas dike û ji ber nexweşiya qelewiyê her tim ser hişê xwe diçe.
‘BÊHNA WÎ DIÇIKE’
Birayê Bûrhan Guneş, Şemdîn Guneş diyar kir ku birayê wî ji ber nexweşiya mîdeyê gelek zeîf bûye û ev yek dibe sedema êşan. Guneş, destnîşan kir ku bêhna birayê wî diçike û tedawiyên wî tên astengkirin û got: “Rexmê pêvajoyê tu guhertinek di rewşa girtîgehan de çênebûye. Em dikarin bi têkoşîna civakî ve encam bigrin. Tenê bi têkoşîna civakî ve têkildarî rewşa girtiyan dê gav bide avêtin.”
MA / Abdulkadîr Ayten