AMED - Mehmet Alî Aydin ku di Sekreteriya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk de cih digire, got: "Êdî şensê Kurdan tune ku ji yekitiya neteweyî dûr bisekinin, wê paşde bixin an jî taloq bikin."
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ku di 11'ê Gulanê de li Amedê bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand, bênavber xebatên xwe didomîne. Armanca sereke ya înîsiyatîfê ku partîyên sîyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, rûspî, nûnerên bawerî û sazîyên demokratîk û rayedarên hilbijartî dihewîne, ew e ku bi çareserîyeke adil, wekhev û demokratîk a pirsgirêka Kurd, beşdarî demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe. Xebateke din a sereke ya înîsiyatîfê lezandina hewldanên yekitîyê di navbera Kurdan de ye.
'YEKITÎ PÊDIVIYEK E'
Mehmet Alî Aydin ku di sekreteriya înîsiyatîfê de ye, destnîşan kir ku "konferansa neteweyî" ji bo demokrasî û yekitiya di navbera Kurdan de pir girîng e. Aydin bal kişand ser wê rastiyê ku pêşketinên li Rojhilata Navînê ev rewş pêwîst kiriye û got: "Berjewendî û hêviyên siyasî yên berteng, herêmî, malbatî û têkiliyên bi dewletên serwer re her gav ji bo vê (yekitiyê) asteng bûne. Ruhê yekitiya neteweyî bi konferanseke neteweyî ve bi ruh û can nebû. Lêbelê, pêşketinên li Rojhilata Navînê nîşan dan ku ev êdî pêdiviyek divê neyê taloqkirin."
‘DÊ DAXWAZA ME YA JI BO HEVDÎTINA BI ÎMRALIYÊ RE ÇÊBIBE'
Aydin diyar kir ku dê di çarçoveya yekitiya neteweyî de daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin û got: "Em nirxeke mezin didin Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê. Girîngiya birêz Ocalan jî li ser vê bingehê ye. Em dibînin ku ew girîngiyê dide vê yekê û wê dide pêşiyê. Heta pêşniyazek heye ku birêz Mesûd Barzanî serokatiya konferansa neteweyî bike. Em hêviya xwe diparêzin ku Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê di demeke nêzîk de bi ruh û can bibe, pêş bikeve û bê guman were lidarxistin, bêyî ku di nav hewldanên têkçûyî yên berê de asê bimîne. Em bawer dikin ku PDK, YNK û partiyên din ên siyasî yên Kurd dê beşdarî konferansê bibin ku êdî nayê paşxistin. Em difikirin ku divê hemî beşên Kurdistanê bê guman bi awayekî erênî bersivê bidin vê banga birêz Ocalan."
'HEVDÎTINÊN BI 3 PARTIYAN RE DIDOMIN'
Aydin diyar kir ku ew bi hemû partiyên Kurdistanê re di diyalogê de ne û got ku 5 partî pêkhateyên înîsiyatîfê ne û 3 partiyên din ên siyasî jî înîsiyatîfê dişopînin. Aydin diyar kir ku ew ê bi 3 partiyan re hevdîtinên xwe bidomînin. Aydin destnîşan kir ku divê hemû partî û beş di înîsiyatîfê de cih bigirin û got ku ew di vî warî de xebatên xwe didomînin.
'ŞENSEKÎ BI DERENGXISTIN NEMAYE'
Aydin bal kişand ser wê yekê ku astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî fikarên malbatî û takekesî yên hin partî û rêxistinan in û got: "Her wiha, têkiliyên welatên herêmê bi pêkhateyan re di asteke wisa de ne ku ji bo kongreya neteweyî astengiyekê çêdike. Em têkiliyên bi dewletên herêmê re bi tevahî red nakin, lê em bawer dikin ku dîtina vê yekê wekî astengiyekê li pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dê ne polîtîkayeke rast a Kurdistanî be. Geşedanên li Rojhilata Navînê, nakokiya Îsraîl-Îranê, polîtîkayên DYA'yên yên li ser herêmê û polîtîkayên Çîn-Rûsyayê yên li ser Rojhilata Navînê gihîştine astekê. Di vî warî de, êdî şensê Kurdan tune ku ji yekitiya neteweyî dûr bisekinin, dereng bixin an jî taloq bikin. Em nêzîkatiya birêz Ocalan jî wekî zemîneke hêsankirinê dibînin. Bi vî rengî, em bawer dikin ku hemî rêxistin, partî û rêberên raya giştî yên Kurdistanî nikarin ji bo vê pêdiviya dîrokî guhnedêriyê bikin. Em bawer dikin ku ev xebat dê di dawiyê de bi ruh û can bibe."
Aydin destnîşan kir ku divê hemû avahî û rêxistin di vî warî de "fedakarî"yê bikin û got: "Divê rêberên siyasî û partiyên siyasî nakokiyên xwe yên berê bidin aliyekî û gavên yekitî û lidarxistina konferanseke neteweyî ya der barê pêşeroja gelan de biavêjin. Konjektura Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji bo vê yekê pir guncaw e."
Aydin destnîşan kir ku "Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê" jî bingeha konferansa neteweyî peyda kiriye û diyar kir ku bendewariya tevahiya gelê Kurd di vî warî de ye. Aydin got: "Em hêvîdar in, em bawer dikin ku ev yek dê di demeke nêzîk de çêbibe. Di vê çarçoveyê de, berpirsiyariyên me hemûyan hene."
MA / Mujdat Can