ERZIROM - Zaroka bi navê S.K. astengdara zêhnî ye û çûbû Nexweşxaneya Dewletê ya Qereçobanê, rastî êrişa zayendî ya bijîjkê nobedar Îlyas Yilmaz hat. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş li dijî êrişê banga têkoşîna hevpar kir.
Li navçeya Qereçoban a Erziromê zaroka 17 salî ya astengdarê zêhnî ku di 28’ê Hezîranê de ji ber êşa gewriyê çû Nexweşxaneya Dewletê ya Qereçobanê rastî êrişa zayendî ya bijîşkê nobedar hat.
Hate diyarkirin ku bijîşk Îlyas Yildirim ji ewil li odeyeke nexweşxaneyê tecawizê S.K. kiriye, piştre bi hinceta ku dê nexweşxane were girtin zarok biriya mala xwe û li wir jî tecawizê wê kiriye. Piştî S.K.'ê bûyer bi dayika xwe re parve kirî, malbat li Midûriyeta Emniyetê ya Qereçobanê geriya û giliyê bijîşk Yildirim kir.
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku piştî gilîkirinê, Îlyas Yilmaz hatiye binçav kirin û got: “Lê gumana daraza bêalî û adilane heye. Ez bangî hemû jin û rêxistinên jinan dikim ku bibin dengê S.K. û bi hev re têbikoşin.”