MÛŞ - Bi sedan jin di “Mihrîcana Jin, Xweza û Çandê” ya ku diyarî Ekîn Wanê hatibû kirin de civiyan. Aktivîsta TJA’yê Muşerref Dag, diyar kir ku dê jin bikaribin bi têkoşîna xwe ya rixistinkirî ve çand û hunerê bidin jiyîn.
Li navçeya Gimgim a Mûşê “Mihrîcana Jin, Xweza û Çandê” bi şîara “Bi jina azad, xweza û çandê re ber bi civaka demokratîk ve” hate lidarxistin û bi coşeke mezin du rojan domiya. Mihrîcan, diyarî endama YJA Starê Kader Kevser Elturkê (Ekîn Wan) ku di pevçûnekê de hatibû qetilkirin û bedena wê hatibû teşhîrkirin û hemû jinên din ên hatine qetilkirin. hate kirin. Roja yekemîn a mihrîcanê ji bo bibîranîna Ekîn Wanê û jinên hatine qetilkirin meşek hate lidarxistin. Piştre bi sernava “Aştî û Civaka Demokratîk” çalakî hatin lidarxistin. Herwiha di mihrîcanê de fîlm hatin nîşandan û ji bo jin û zarokan kargehên boyaxkirinê hate lidarxistin.
Di roja duyemîn a mihrîcanê de jinan di danê sibê de meşên xwezayê li dar xistin û piştre çalakiyên werzîşê yên kolektîf pêk anîn. Di nava rojê de kargeh hatin lidarxistin û hilberînên çandî hatin parvekirin. Jinan, bi parvekirin ezmûnên xwe yên têkoşînê ve bîra kolektîf xurt kirin. Di çarçoveya mihrîcanê de jinan, kon vekirin û bi meşkê dew kilandin û bi teşiyê ve karê rêsandinê kirin. Sedan jinên ku bi cilên Kurdî beşdarî mihrîcanê bûbûn, ji bo parastina çanda xwe û veguhestina wê ya ji bo nifşên nû hatin ba hevudin û stran gotin. Mihrîcan bi beşdariya jinan bi dawî bû.
ÇALAKIYA JINAN A XWEZAYÊ Û ÇANDÊ
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Muşerref Dag, pêvajoya mihrîcanê nirxand û diyar kir ku bi sedan jin ji bo çanda xwe bidin jiyîn hatin gel hev. Muşerref Dagê wiha domand: "Piştî 12 salan cara yekemîn mihrîcaneke jinan tê lidarxistin. Lidarketina vê mihîcanê li Gimgimê bo me pir bi wate ye. Çalakiyeke wiha li herêmê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Lidarketina vê mihrîcanê di pêvajoya aştiyê de pir watedar e. Jinan çalakiya xwezayê, çandê, muzîkê û têkoşînê pêk anîn. Ev mîhrîcan, encama têkoşîna azadiyê ye.”
‘HER NÎQAŞ TÊKOŞÎNÊ VEDIBÊJE’
Muşerref Dagê, bal kişand ser çalakiya bi sernavana “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha pê de çû: “Gotûbêja aştiyê bi jinan re pir girîng bû. Di vê mihrîcanê de mijarên wek qirkirina ekolojîk, qetlîamên jinan bûn rojeva mihrîcanê. Her têgehên ku li vir hatin nîqaşkrin ji bo me sernavên têkoşînê ne. Mebesta van çalakiyan ew e ku jin bi têkoşîna rêxistinkirî ve çand û hunera xwe bidin jiyîn."
Muşerref Dagê, rave kir ku jinan li konan bi rêbaza xwezayî, bi kilandina meşkê rûnê nivîşk çêkirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Demên berê ew kon dihatin vegirtin, jinan bi karanîna meşkan ve rûnê nivîşk çêdikir. Me ev çand da jiyîn. Jin hatin û rûnê nivîşkî çêkirin. Jinan li vir du rojan bi keda xwe ve hilberîn kirin. Hemû ked û têkoşîn bi jinan ve mezin dibe.”