Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike

  • rojane
  • 10:20 1 Tîrmeh 2025
  • |
img

WAN -  Berdevkê Demê yê Baroyên Kurdistanê û Serokê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat têkildarî pêvajoyê got: “Divê TBB şandeyên şopandina yasayan û çavdêriyê ava bike.” Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî got: “Dê li Meclisê komîsyon were avakirin û piştre jî di qanûnan de guhertin bên kirin.”

 
Serokên 16 baroyên li Kurdistanê, têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd di 17-18'ê Hezîranê de çûn serdana meclisê û bi nûnerên partiyên bi komên wan li meclisê hene û Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin. Serokan di hevdîtinan de pêşnûmeyek ji 17 madeyan pêşkêş kirin û tê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd qada hiqûqî û demokratîk were berfirehkirin, mafên ziman û çandî bên naskirin. Berdevkê demê yê Baroyên Kurdistanê û Serokê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat tevî Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan nîqaşên xwe û gavên divê di vê pêvajoyê de bên avêtin nirxand.
 
Serokê Baroya Dersimê Dogukan Kudat diyar kir ku wan di nîqaşan de pêşnûmeyeke ku tê de pêşniyarên çareseriyê hene pêşkêş kirine û pêşniyarên wan erênî nêz bûne û wiha got: "Partiyên siyasî gelekî erênî nêzî vê pêvajoyê bûne. Me jî diyar kir ku ji bo tevkariyên qanûnî pêşkêş bikin em ê destekê bidin. Em dikarin bêjin ku ji ber nebûna rêziknameyên destûra bingehîn û qanûnî di nava gel de fikarek heye. Pêvajoya li pişt deriyên girtî tê meşandin, dibe ku hin fikaran jî zêde bike. Divê derbarê mafên welatîbûna wekhev, azadiya baweriyê û mafên bingehîn ên mirovan de rêzikname hebin û divê hemû kesî di nava xwe de vehewînin. Her tiştên diqewimin divê ji raya giştî re bên nîşandan.”
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’ 
 
Kûdat da zanîn ku wan gavên lezgîn ên divê di nîqaşan de werin avêtin anîn ziman û got, "Di pakêta dadgeriyê ya dawî de em li benda rêziknameyeke der barê girtiyên nexweş de bûn, lê pêk nehat. Em li bendê ne ku ev qad bi pakêtên darazê yên pêşerojê were berfirehkirin. Lazim e girtiyên nexweş bên berdan. Her wiha der barê serbestberdana girtiyên nexweş nûman Kûrtûlmûş de agahî da me. Em bi awayekî zelal dibêjin bila girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan. Dîsa Desteyên Şopandina Îdarî ya Girtîgehê pêvajoyên berdanê dirêj dikin. Wekî din, tevî ku cezayên wan qediyane jî, bi bahaneya ku dozên wan di qonaxa îtirazê de ne, kes nayên berdan. Ji bo van hemû mijaran divê gavên lezgîn bên avêtin."
 
PIRSGIRÊKÊN EKOLOJÎK 
 
Kûdat ku diyar kir ku lazim e pirsgirêkên ekolojîk bên çareserkirin û wiha axivî: "Ji bo li herêma Dîcle-Firat, di rojevê de gelek santralên enerjiya rojê (GES), santralên hîdroelektrîk (HES), santralên jeotermîk (JES) hene. Desthilatdariya van şîrketan bi rêya biryarnameyan tê berfirehkirin û hawirdor tê tinekirin. Xebatên madenê her ku diçe zêde dibin û me diyar kir ku divê ev mijar jî di vê pêvajoyê de weke mafekî bên destgirtin Wekî din, divê hemû herêmên mayinkirî li gorî Peymana Ottawa yê bên paqijkirin. Niha jî li gorî vê peymanê ti kar nayê kirin. Pêwîste ev yek tavilê bi cih were anîn. Di vê çarçoveyê de behsa aştiyê tê kirin û mirov serdana xweza û çiyayan dikin, lê nayê zanîn ku li kîjan herêman mayin lê hene, ewlehiyê dixe nava rîskê. Yanî ne tenê ev mijar; me li gelek qadan nêrînên xwe anîn ziman û daxwaza çareseriyê kirin."
 
Dogukan Kudat balkişand ser pêvajoyê û anî ziman ku divê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) şandeyên şopandina yasayan û çavdêriyê ava bike.
 
CANAN: HEVDÎTINÊN GIRÎNG BÛN 
 
Serokê Baroya Colemêrg Ergûn Canan ku bal kişand ku muzakere erênî derbas bûne got, "Em di pêvajoyekdîrokî û girîng re derbas dibin. Me li meclisê bi 16 serokên baroyan re hevdîtin pêk anîn. Têkildarî pêvajoyê me dosyayek amade kiribû û pêşkêşî wan kir. Bi giştî pir bi wate bû. Hevdîtinên ku me bi Serokê Parlementoyê ra kirin pir bi soz bûn. Hem di bin banê Meclîsê de avakirina komîsyonekê û hem jî di derbarê tevkarîyên ku em dê bikin da agahîyên girîng da. Ji ber ku mîna pêvajoyeke yek alî xuya dikir, lê belê axaftina me ya bi Serokê Parlamentê re bi rastî jî nîşan da ku ev pêvajo ji bo her du aliyan jî baş derbas dibe.”
 
ROLA MECLIS Û HIKÛMETÊ
 
Canan anî ziman ku ji bo ev pêvajo pêş bikeve pêwîste pêvajoyên demokratîk û hiqûqî bên nîqaşkirin û wiha berdewam kir: "PKK û hikûmet jixwe vê dibêje. Gavên demokratîk tên avêtin, her çend kêm be jî gavên qanûnî hînê nehatine. Rêxistinê xwe fesîx kir û ragihand ku wê çek deynin. Li hemberî vê yekê em dibînin ku meclis û hikûmet bi rola xwe ranabe. Me ev rewş ji Serokê Parlamentoyê re ragihand. Mînak, ji bo girtiyên nexweş pêwîstî bi sererastkirineke qanûnî nîne. Rewşeke ku ji rehma ATK'ê re maye heye. Ji bo van rewşên ne girêdayî hiqûqê divê gavên lezgîn bên avêtin. Divê Tifaqa Gel di vê mijarê de ji bo çareseriyeke lezgîn meclisê agahdar bike. Em qala nêzî hezar girtiyên nexweş û extiyar dikin. Lazim e ev mirov bi lezgînî werin berdan. Eger ev gav neyê avêtin, hingî ti cudahî di navbera vê pêvajoyê û yên berê de namîne."
 
Canan diyar kir ku divê "mafê hêviyê" û şert û mercên Abdullah Ocalan bi awayekî azad bixebitin bên misogerkirin û got, "Birêz Ocalan diyar kiriye ku ew naxwaze mafê hêviyê qet bê nîqaşkirin. Çareserkirina pirsgirêkên din ên lezgîn dixwaze. Li ber çavan girtina vê, li pêşiya parlamentoyê peywireke pir girîng heye. Mirov êdî di vê mijarê de ji bo gav bên avêtin dipirsin û em êdî nikarin bersivê bidin wan. Dê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin; ev gelekî girîng e û ez dizanim ku dê guhertinên qanûnî bişopînin. Ji bo vê divê her kes berpirsyartiyên xwe bîne cih.”
 
MA / Adnan Bîlen
 
 
 

Sernavên din

05/07/2025
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:06 Girtiyê nexweş Guneş rexmê gelek nexweşiyan nayê tehliyekirin
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e