STENBOL - Welatiyên Çerkes diyar kirin ku pirsgirêka demokrasiyê ya li welat pirsgirêka tevahiya gelan e û divê gel di vê pêvajoyê de bi hev re têbikoşin.
Komîsyona Ol û Baweriyan a Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Stenbolê, di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Aştî û Demokrasiyê” li Weqfa Şamîl a Perwerde û Çandê ya li Kadikoyê bi Çerkesan re hevdîtin pêk anî.
Çerkesên ku beşdarî hevdînê bûn ji bo ajansa me pêvajo nirxandin.
'DIVÊ GAVÊN DEMOKRATÎK BÊN AVETIN'
Serokê Weqfa Şamîl a Perwerde û Çandê Cengîz Gul, diyar kir ku dê ev pêvajo hemû gelan biserbixe û destnîşan kir ku li dijî kiryarên antî demokratîk ên liTirkiyeyê ne û wiha axivî: “Em li benda avêtina gavên demokratik in. Gelê me li Kafkasyayê sê sal şer kir. Em wek gelê Çerkes şer naxwazin.”
PIRSGIRÊKA HEMÛ GELAN E
Endama Lijneya Weşanê ya rojnameya Jinepsê Bîrgul Asena Guven, diyar kir ku pirsgirêka demokrasiyê ya hemû gelan e. Bîrgûl Asena Guvenê, destnîşan kir ku kiryarên antî demokratîk gelê Kurd, gelê Çerkes û gelê Balqan bandor dike û ev tişt got: “Pirsgirêka demokrasiyê ya hemû gelan e. Di şer de her du alî ji şer bandor dibe. Pêvajoya aştiyê de aliyên têkildar her du aliyên şer in. Lêbelê ger ew şer di sînorê welatekî de be hemû civaka wî welatî eleqedar dike. Her kes parçeyeke pirsgirêkê be divê bibin parçeyê çareseriyê jî. Divê hemû gelên li welêt piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
'DIVÊ HÎNBÛNÊN DER HEQÊ GELAN DE BÊN JIBÎRKIRIN'
Bîrgul Asena Guven, destnîşan kir ku têkiliyên di navbera gelan de girîn in û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Têkiliya bi gelan re nîşaneya nêrîna me ye. Ji ber vê yeke divê em der barê hev de hînbûnan jibîr bikin. Mînak tiştên ku ez der barê Kurdan de fêr bûm, min di jiyanê de ceriband. Ev bêtir di bin bandora medya ya dijital û ji îdeolojiya fermî bûn. Herwiha tiştên der barê Elewî, Suryan û Lazan de jî nêrînên îdeolojiyên serdest tê. Ev hînbûn ne ji bo gelan ji bo desthilatan baş in. Heta em hînbûnên nû nexin dewsa vana pêşxistina demokrasiyê ne pêkan e. Helbet divê destura bingehîn bê guhertin. Nêrîna jinan der barê vê pêvajoyê de bêtir objektîf û şoreşgerî ye. Di dîrokê de jî jin her tim veguherîner e. Ji ber vê jin dikarin hînbûnan jêbibin. Li gorî min dê jin bibin kirdeyên vê pêvajoyê.”
'PÊVAJO JI BO GEL Û BAWERIYAN GIRÎNG E'
Endama Komeleya Çanda Kafkas Aysel Okan Hoşgît, destnîşan kir ku pişgiriyê didin pêvajoyê. Aysel Okan Hoşgît, diyar kir ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dê gel û baweriyên herêmê bi hevre bibin xwedî firsenda welêteke azad û ev tişt got: “Pêvajo me pir bi kelecan kir. Gelê Kafkas, weke gelê Kurd zû bişaftin ferq nekir. Lewre pêşiyên me di sala 1864’an de sirgûnê vir bûne. Dema sirgûna wan de gelek rastî tundî û tehdê hatine. Nexasim jin ji ber cil û zimanên xwe pir rastî êrişan hatine. Nifşên me û nifşên nû li ber bişaftinê berxwe nedan. Niha zarokên me li dibistanan zimanê xwe yê dayikê fêr nabin. Niha kiryarên ku li Kurdan tên kirin, serdema Çaritiyê li Rûsyayê li gelê me hatiye kiri. Li vî welatî hêj gelên ku nikarin bi zimanê xwe ve navan li zarokên xwe bikin hene. Ev yek bi bişaftina ziman û çandê ve têkildar e. Ji ber wê ez pêvajoyê ser navê gelê xwe û hemû gel û baweriyan pir girÎng dibinim.”
DIVÊ EM BEŞDARÎ TÊKOŞÎNA GELÊ KURD BIBIN
Aysel Okan Hoşgît, destnîşan kir ku divê dewlet gavên xurt biavêje û wiha pê çû: “Têgihiştina gelê Çerkes a pêvajoyê û li gorî vê têkoşîna wan girîng e. Ev pêvajoyeke dirêj e em bê hêvî nînin. Heta 10 saliya xwe min zimanê Çerkesî nizanibû. Bi bişaftinên dewletê ve bi me dan jibîrkirin. Kirdeya têkoşînê gelê Kurd e. Em dikarin sûdê ji wan bigrin û beşdarî têkoşîna wan bin.”
Endamê Lijneya Rêvebirê Weqfa Şamîl a Perwerde û Çandê Yalçin Karadaş, bal kişand ser têkparêziyê û wiha axivî: “Di despêka damezirandina Tirkiyeyê heta niha tu car nebûye demokratîk. Her tim tekparêz bû, tirkperest bû û li ser zihniyeta sunnî û baviksalariyê hate damezirandin. Gelê me ji destpêkê ve li dijî vê yeke bûn. Di sala 1923’an de kare komarê yê yekemin li ser me ferzkirina tirkbûnê bû û li ser me polîtîkayên tundiyê pêk anîn. Divê hemû gel bi reng û nasnameyên xwe ve bêyî tekparêziyê bi nêrîneke demokratîk bi hevre ji bo demokrasiya welet têbikoşin.”
MA / Esra Solîn Dal