ENQERE - Nûrdan Kiliç a OHD’î diyar kir ku veguherîneke demokratîk tenê dikare bi zemîneke hiqûqî bibe û got: “Beriya Meclis were girtin, divê bi beşdariya hemû pêkhateyên siyasî komîsyonek were avakirin.”
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Nûrdan Kiliç têkildarî pêvajoya heyî û 10’emîn Paketa Darazê axivî. Nûrdan Kiliç, bi bîr xist ku di paketê de “mafê hêviyê” cih negirt û vê jî bendewariya civakê pêk ne aniye. Nûrdan Kiliç, got: “Girtiyên siyasî li derveyî vê paketê hatin hiştin. Ev yek nîşan dide ku hiqûqa îstîsnaî didome. Li hêla din, hiştina kesekî/ê ya di tevahiya emrê xwe de li girtîgehê, şêweyekî îşkenceyê ye û ji hêla peyman û qanûnan ve hatiye qedexekirin. Rayeya cezakirinê ya dewletê heye lê jidestgirtina hêviya jiyanê ne rayeya wê ye. Ji bo girtiyên siyasî nekarin ji mafê hêviyê sûd bigirin, di hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê de ev hatiye bicihkirin. Siyasîbûna dewletê, bi xwe re darazeke siyasî aniye. Biryar, pratîk û sepanên keyfî di meriyetê de ne.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Nûrdan Kiliç, bertek nîşan da ku girtiyên siyasî li derveyî paketa darazê hatine hiştin û wiha domand: “Yek ji gava ewil a ji bo aştiyê, berdana girtiyên nexweş û naskirina biryarên DMME’yê yên têkildarî mafê hêviyê ye. Her wiha civak li bendê bû ku ji bo berdana girtiyên siyasî zemînek were avakirin. Bi vê paketê re mafê hêviyê li derve hate hiştin û nîşan dan ku di hiqûqa îstîsnaî de biisrar in. Di sererastkirina ji bo girtiyên nexweş de jî şerta ‘xetereya giran û şênber a ji hêla ewlehiya civakê ve’ anîn. Ev îfade nîşan dide bê ka di sepanê de biryarên keyfî yên çawa hene.”
‘DIVÊ TEMÎNATÊN HIQÛQÎ BÊN DAYIN’
Bi domdarî Nûrdan Kiliç tecrûbeyên cîhanê bi bîr xist û got ku bidawîkirina şer û muzakerekirina çareseriyan, tenê bi temînatên hiqûqî yên rayedaran dikarin li ser zemîneke baş dikarin pêk bên û got: “Veguherîneke demokratîk û avadaniyê, dikare li ser zemîneke hiqûqî ya wiha pêk bê. Ji bo aqûbeta pêvajoya aştiyê û civakîbûna wê, pêdivî bi afirandina zemîneke hiqûqî ya pêwîst heye. Mixabin 10’emîn paketa darazê ev daxwaz pêk ne anî.”
‘USÛLÊN ÎNFAZÊ YÊN NÛ TÊN PÊŞXISTIN’
Nûrdan Kiliç, da zanîn ku sepanên înfazê yên li dijî girtiyên siyasî tecrîdê kûrtir dike, bi biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tehliye tên astengkirin û ev yek ji bo başkirina rejîma înfazê astengiyeke mezin e.
‘DIVÊ KOMÎSYONEK LI MECLISÊ BÊ AVAKIRIN’
Nûrdan Kiliçê ji bo pêvajoyê wiha got: “Pêvajoya aştiyê ya nû hem ji hêla herêmî hem jî di asta cîhanê de girîng û watedar e. Divê li gorî vê jî tavilê gav bên avêtin. Di vê çarçoveyê de divê demildest li Meclisê komîsyon bê avakirin. Divê nûnerên hemû derdorên civakî û siyasî tev li bibin. Divê pêvajo bi destê komîsyonê bi awayekî şefaf bê domandin. Hêviyeke mezin a civakê heye. Divê girtina Meclisê bê dirêjkirin, tavilê komîsyon bê avakirin û gavên şênber bên avêtin.”