ENQERE - Saeta hevdîtina tê payin îro Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi Wezîrê Dadê re bikin, hate taloqkirin.
Dihat payîn ku Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin. Saeta hevdîtinê hate guherandin. Ji ber bernameya zêde, hevdîtina ku dê saet di 16.00’ê de bihata lidarxistin, taloqî saet 16.30’ê hate kirin.
Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de bertekên li dijî 10’emîn Paketa Darazê, rewşa girtiyên nexweş, astengkirina tehliyeya girtiyan a ji hêla Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve jî dê di hevdîtinê de bên nîqaşkirin.