* Adem Kocaman ku kekê wî Ethem Kocaman di êrişên tevî biryara agirbestê jî hatine kirin de jiyana xwe ji dest da, got: “Ev êriş, baweriya heyî têk dibe. Divê operasyon bisekinin û pêvajo li ser zemîna hiqûqî be.”
* Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku dê di hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de li ser pêvajoyên demokratîk û hiqûqî biaxivin û got: “Divê êdî terka gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ berdin û gavên demokratîk biavêjin.”
* Gundê Sakê yê Elkê, navê xwe ji Qral Sakon digire. Gundê ku bi sedan sala ye li ser pêyaye, di heman demê de hafizeya dîrok û berxwedanê ya gel e.
* Rêya Zozanên Feraşînê ku di demsala havînê de koçber berê xwe didin wê derê, ya bi kor û toz e. Ev yek jî çûyîna wir zehmet dike. Di vê meseleyê de ji bo gel tu tiştek nayê kirin lê ji bo baregeha leşkerî ya li herêmê ji betonê rê tê çêkirin.
* Firat Erbaga ku 2 meh in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê di hucreyê de tê ragirtin, diyar kir ku binpêkirinên giran li dijî wan tên kirin û banga hestiyariyê kir.
* Malbatên endamên PKK’ê ku ji hêla PDK’ê ve hatine girtin, xwestin aqûbeta zarokên xwe bizanin, Barzanî guh bide wan û daxwazên wan bicih bîne.
* Pipsorê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku şerê Îsraîl û Îranê ji bo tevahiya herêmê gef e û got: “Çareseriya pirsgirêkê bi cîbicîkirina rêveberiyeke demokratîk, azadîxwaz û adilane pêkan e.”
* Malbatên Îpek Çîçek û Atanûr Şahîn ku dema li Îdirê têkoşîna siyasî bi hev re dimeşandin tev li PKK’ê bûbûn, banga avêtina gavan li dewletê kirin.
* Koordînatorê Navenda Lêkolînên Firatê Welîd Çolî diyar kir ku şerê Îsraîl-Îranê şerê hevsengiyê yê li Rojhilata Navîn e û got: “Çareserî, stratejiya birêz Ocalan a Rêya Sêyemîn û nirandinên wî yên têkildarî herêmê ne.”
* Partiya Çep a Kesk dê bi dirûşma “Ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîna hevpar” konferansê li dar bixe. (10.00)
* Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir re dê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi gelê Suryan re hevdîtin bê kirin. (11.00)
* Meclisa Ciwanan a HDK’ê dê bi dirûşma “Ciwan û civaka demokratîk” li eywaneke Okmeydaniyê konferansê li dar bixe. (11.00-16.30)
*Bi beşdariya Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan dê li Rihayê bi sernavê “Di avakirina civaka demokrat3ık de aştî û mafê hêviyê” panel bê lidarxistin. (13.00)