COLEMÊRG - Ji sala 2016 'an û vir ve ketin û derketina gundê Wargenima qedexe ye, gund bi kûleyên leşkerî û dîwarên li ser sînor hatiye dorpêçkirin. Gund wek girtîgehê ye, li gund ji ber astengî û rêyên bi toz mirov zehmetî nefese digire.
Gundê Wergenima yê navçeya Geverê ya Colemêrg, ji sala 2016'an û vir ve ji ber çêkirina kûleyên leşkerî û dîwarên sînor hatiye dorpêçkirin û ketin û derketina gund hatiye qedexekirin. Li ser sînorê Îranê bi salan e ji ber qedexe û dorpêçên leşkerî yên ji ber ewlehiya sînor gund di bin zexteke cidî de ye. Çêrgeh hatine qedexekirin, erdên çêrandinê weke herêmên leşkerî hatine ragihandin û gihandina çavkaniyên avê hatiye astengkirin. Mayînên nehatine teqandin, ewrên tozê yên ji rêyên xerabûyî û çavkaniyên avê yên nikarin bên peydakirin ên ji ber dîwarên li ser sînor her roj jiyanê her diçe dijwartir dikin. Mayînên neteqiyayî li herêmên ku zarok lê dilîzin jiyana xwe didomînin. Herî dawî, zarokê bi navê Yûsûf Akin dema li cihekî nêzî qerekola leşkerî dilîst, di encama teqînekê de bi giranî birîndar bû.
LI DORA GUND 4 QEREQOL Û 12 KÛLEYÊN LEŞKERÎ
Gund bi 4 qereqol û 12 kuleyên leşkerî yên di salên dawî de hatine çêkirin, dorpêçkirî ye. Di dema çêkirina rêyên leşkerî de gelek qenalên avê hatin rûxandin, di heman demê de ewrên tozê pirsgirêkên tenduristiyê zêde dikin. Tê diyarkirin ku di nexweşiyên astim û bêhndanê de zêdebûne.
Ketin û derketina gund tenê saet di navbera 07:00- 19:00 de destûr tê dayîn. Welatiyên ku êvarê dixwazin bikevin gund, her çiqas li gund bi cih bibin jî divê ji qeymeqamtiya navçeyê destûreke taybet bigirin. Li gund qeyda xizmên wan nehatine qeydkirin jî di rewşên taybet ên wekî dawet an jî nexweşînan de jî destûr nayê dayîn ku bikevin gund. Jixwe nahêlin xizmên wan ên ji Rojhilatê Kurdistanê serdana wan bikin.
DAWETÊN BÊDENG!
Li dawetên li gund gelek tişt hatine qedexekirin. Ji ber ku hêmanên çandî yên mîna dahol û zirneyê destûr nayê dayîn, gundî neçar dimînin ku bi bêdengî û tevlîbûneke kêm dawetên xwe bikin. Ji ber îlankirina qedexeyên li zozanên wekî Berekeşk, Odemiş, Meydanok û Mûşa, li gund şivan nemane. Heta gundiyên ku dixwazin heywanan biçêrînin jî neçar in destûra taybet bigirin. Qedexeyan çandinî û xwedîkirina heywanan a li gund gihandiye ber çewlika tinebûnê. Di dema ku berê li gund zêdetirî 150 mal hebûn, ji ber koçberiya ji ber qedexe û polîtîkayên çewisandinê tenê 25 mal mane.
NEKARIN NEFESÊ WERBIGIRIN
Ewrên tozê yên li derdora gund ji ber çêkirina rê derdikevin, bi taybetî ji bo zarokan dibin sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. Yek ji gundiyên ku gazinan ji rewşê dike Hûlya Şen wiha bertekên xwe anî ziman: "Zarokên me timî enfeksiyonê digirin. Em nikarin cilên xwe daliqînin. Em dixwazin di zûtirîn demê de rê bên asfaltkirin û li vî gundî azad bijîn.”
BERÊ 150 MAL BÛN NIHA 25 MAL MANE
Harbî Şen ê li gund dijî anî ziman ku berê li gund 150 mal hebûn, niha 25 mal mane û wiha got: "Ji ber qedexe û zextan, mirov neçar man koç bikin. Çandiniya sewalan a li gund li ber tinebûnê ye. Em bi pratîkî li girtîgeheke servekirî dimînin. Qedexeya sînor a 500 metreyî, qada gund ji holê rakiriye."
LI DORA GUND MAYÎN
Bavê Yûsûf Tekîn ê ji ber teqîna mayinê bi giranî birîndar bû Tekîn Akin got, "Hewşa min a pişt bi temamî bi mayinan dagirtî ye. Kurê min birîndar bû û gelek pezên me mirin. Divê di zûtirîn demê de ev mayin werin paqijkirin.'
GUND HER TIM TÊ ŞOPANDIN
Kuleyên çavdêriyê yên bilind û kamerayên ku li derdora gund hatine danîn dikarin dîmenên di hundirê malan de bikşînin. Ji ber ku gundî her tim tên şopandin ji vê rewşê aciz dibin. Çavkaniyên avê yên li gund, bi dîwarên li ser sînor girtî ne. Gundî di mijara vexwarin û ava avdanê de zehmetiyên giran dikişînin. Fîkrî Îliş ê ku diyar dike zozan û gund hatine tinekirin got, "Zozana me xera bûye, 300 darên min birîne. Ne vexwarina me heye ne jî ava çandiniyê. Rêyên me xerabe ne, dewletê rê çênekiriye û rêyên heyî jî ji ber wesayîtên înşaetê xera bûne."
DIXWAZIN QEDE BÊN RAKIRIN
Gundiyan diyar kirin ku ji bo tamîrkirina malan nikarin karkerên derve jî bînin û karê tamîrkirin û xwedîkirinê hatiye xerakirin. Gundiyan got ku li gel ku gelek caran serî li Walîtiya Colemêrgê dane jî bersiv negirtine û bal kişandine ser ku yekane daxwaza wan a ji rayedaran rakirina qedexeyan, asfaltkirina rêyan û çareserkirina pirsgirêkên avê ye.
Gundiyan xwestin li gundê xwe azad bijîn.