STENBOL- Li hember polîtîkayên înkar û bişaftina li ser çanda Kurd, gelê Kurd mafê xwe yên çandî û zimanî diparêzin. Ji bo vê yekê, ji aliyê Komeleya Alîkarî û Çandê (KAYY-DER) ya navçeyên Dep, Azarpêrt, Gêxî, Xorxol, Çermê ye di 9’ê Hezîranê de li Parka Tebîet a Goztepe ya li Beykoza navçeya Stenbolê 8’emîn Mîhrîcana Boreka Kurd hate lidarxistin.
Hevseroka KAYY-DER’ê Yelîz Vergîlî, diyar kir ku mîhrîcan bersiv e li hember polîtîkayên înkar û bişaftinê û wiha axivî: “Em dixwazin di hemû qadên cemawerî de bi awayeke azad bi zimanê me yê dayikê ve biaxivin û em dixwazin Tirkiyeke pirzimanî avabe, zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê ve perwerde bibin.”
LI HEMBER BIŞAFTINÊ BOREKA KURD
Yelîz Vergîlî, bibîr xist ku tundiyên li ser Kurdî didome û dixwestin navê Boreka Kurd jî bê guhertin. Yelîz Vergîlî ragihand ku KAYY-DER’ê bi hewldanên tescîla navê borekê ve li hember polîtîkayên bişaftinê sekinî ne. Yelîz Vergîlî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Boreka Kurd dê li hember bişaftinê bibe mertal. Ev mîhrîcana yekemîn e ku li Tirkiyeyê bi navê ‘Kurd’ tekirin. Ev çalakî, bersiveke xurt li hember tundiyên li ser zimanê me.”
‘EM XWEDÎ LI BOREKA KURD DERDIKEVIN’
Endama Rêveberiya Komeleya KAYY-DER’ê Bîlsen Ozdogan, diyar kir ku Boreka Kurd perçeyek ji çanda Kurd e û wiha got: “Polîtîkayên bişaftinê yên li ser ziman û çanda me bi salan e li hember nirxên me tê rêvebirin. Boreka Kurd jî yek ji van nirxan e. Boreka Kurd, hilberîna Rengo Mehmet e cara ewil li navçeya Gêxî ya Çewlîgê hatiye çêkirin û heta îro hatiye. Em wek komele, li çanda xwe xwedî derdikevin û li hemberî bişaftinê radiwestin. Me patenta navê borekê wergirt. Em bi vê mîhrîcanê ve hewl didin ku xwedî li nirxên xwe derbikevin û veguhezînin nifşên bê.”
Bîlsen Ozdogan, daxwazên sereke yên gelê Kurd wiha anî ziman: “Divê zimanê me, çanda me ji me re bê hiştin. Em karibin stranên xwe bi awayeke azad bistên û em di dibistanan de bi zimanên xwe ve yê dayikê ve perwerde bibin. Divê ciwan nas bikin û hilgirên bo siberojê. Em dixwazin ku em wek Kurd bijîn, bi Kurdî bijîn û bi Kurdî binivisînin. Em êdî di vê axê de şer naxwazin. Dazwaza me ya herî girîng, nasîna mafên gelê Kurd e.”
‘PÊDIVÎ BI AŞTIYA CIVAKÎ HEYE’
Beşdara mîhrîcanê Hanim Kûrûm, bal kişand ser girîngiya çalakiyê û wiha axivî: “Ev mîhrican zimanê me diparêze, ciwanan tîne ba hev. Em di salên 1990’î de bi zorê ve bo metropolan hatin koçberkirin. Ez spasiya KAYY-DER’ê dikim ku me aniye cem hev. Dayîka min ji Çewlîgê ye, bavê min Dêrsimî ye. Qibleya me mirovahî ye. Hewcedariya me bi aştiyê heye. Em li hember polîtîkayên ku me înkar dikin aştiyê dixwazin. Di salên 1980’an de me nikaribû peyva Kurd bikarbînin. Em bi bişaftineke mezin re rûbirû ne. Îro em bi saya têkoşînê ve dikarin li zimanê xwe xwedî derbikevin.”
DAXWAX DIDOMIN
Kesên beşdar, diyar kirin ku pêvajoya aştiyê dest pê kirî û daxwazên xwe yên ji bo zimanê Kurdî, mafên gelê Kurd, perwerdehiya bi zimanê dayikê û pêkanîna aştiya civakî dubare kirin.