DÊRSIM - Şaxa ÎHD’a Dêrsimê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş û xwest girtiyên rewşa wan giran, ên kal û yên astengdar tavilê bên berdan.
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê bi dirûşma “Azadî ji girtiyên nexweş re” çalakiya rûniştinê li dar xist û piştre daxuyanî da. Çalakî, li Kolana Hunerê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jiyanê diparêzin. Girtiyên nexweş berdin” hate hilgirtin.
‘BINPÊKIRIN ZÊDE DIBIN’
Metna daxuyaniyê ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Huseyîn Yaşar Sezgîn ve hat xwendin. Sezgîn, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û sepanên înfazê yên giran gefê li mafê jiyanê yê girtiyan dixwin. Sezgîn, got ku sepanên li dijî girtiyên nexweş yekser mafê jiyanê hedef digirin û ev tişt anî ziman: “Serdanên şande û komîsyonên me û serlêdanên hatine kirin derxistin holê ku binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk tên kirin. Sewqkirinên mîna sirgunê yek ji binpêkirinên sereke yên mafên mirovan e. Girtiyên hêj pêvajoya wan a darazê didome, heta hêj doz lê nehatiye vekirin jî dişînin girtîgehên ji malbatên wan dûr û tên sirgunkirin. Ev rewş yekser bandorê li girtiyan û malbatên wan dike û derfeta hevdîtinê ji holê radike.”
LI GIRTÎGEHÊN BI ‘TÎPA BÎRÊ’ TECRÎDA GIRANKIRÎ
Di berdewamê de Sezgîn anî ziman ku di demên dawî de gelek girtî sewqî girtîgehên bi Tîpa S, Y û Ewlekariya Bilind ku weke “Girtîgehên tîpa bîrê” tên zanîn hatine kirin û wiha pê de çû: “Ev sepan, veguheriye tecrîdeke giran û rêbazekî îşkenceyê. Girtî, 23 saetan bi tena serê xwe di hucreyê de dimînin û ji hemû pêwendiyên civakî, çandî û hwd. bêpar dimînin. Di encama çavdêrî û serlêdanan de me ev binpêkirinên mafan tespît kirin; girtî li qawîşên pir qelebalix tên ragirtin, xwarin û vexwarina wan nebaş e û bi tendurist nînin, pêdiviyên diyetê nayên cîbicîkirin, ava paqij û germ û alavên hîjyenê kêm tên tên dayin, dîtina ronahiya rojê kêm e, kêmek derdikevin hewşê, xizmetên tenduristiyê yên parastinê nayên dayin, teşhîsa zû û kontrola tenduristiyê nayê kirin, girtiyan bi mehan piştre sewqî revîr û nexweşxaneyan dikin, girtiyan sewqî saziyên tenduristiyê yên di asta sêyemîn de nakin, girtiyên nexweşiyên wan ên weke bêhnkurt, dil û tansiyonê û girtiyên astengdar bi wesayîta rîngê tên sewqkirin, di dema tedawiyê de kelemçekirina destan li girtiyan tê ferzkirin, sepanên lêgerînê yên rûmeta girtiyan binpê dikin tên ferzkirin, di dema tedawiyê de miameleyeke cihêkar tê kirin, dermanên girtiyan dereng tên dayin, der heqê nexweşiyê de agahiyan nadin girtiyan, girtiyên ku rîska wan a krîzê heye yan jî nikarin sexbêra xwe bikin di hucreya yekkesî de tên ragirtin, girtiyan naşînin girtîgehên Tîpa R’yê ku tedawiya wan were kirin, daxwazên girtiyên rewşa wan giran, astengdar û kal a tehliyeyê tê redkirin.”
LI DIJÎ PEYMANAN E
Sezgîn, da zanîn ku ev sepan li dijî mewzûatên netewî ku Tirkiye jî îmze kirine ye û axaftina xwe wiha qedand: “Parastina mafê jiyanê û rûmeta girtiyan, berpirsyartiya sereke ya dewletê ye. Lêbelê girtiyên nexweş îro bi zanebûn dikin qurbanê binpêkirinên giran. Divê girtiyên rewşa wan giran, ên kal û pîr û astengdar tavilê bên berdan. Hewceye tu girtiyên nikarin di mercên girtîgehê de tedawî bibin di girtîgehan de nemînin. Nexwe dê bibe binpêkirina mafê jiyanê. Divê sewqkirinên sirgunê bên sekinandin û girtî li girtîgehên nêzî malbatên xwe bin. Divê xwegihandina xizmeta tenduristiyê li gorî normên mafên mirovan ên gerdunî bin. Divê li dijî girtiyan cihêkarî neyê kirin û di dema tedawiyê de miameleyeke mirovî li gel were kirin. Hewceye sepanên tecrîdê bên rakirin û polîtîkayên îzolekirina giran bên bidawîkirin. Divê mafên jiyana civakî ya girtiyan neyê astengkirin û bikarin ji derfetên spor, çand û danûstandinên însanî sûd bigirin. Divê girtîgehên bi tîpa bîrê (S, Y, Girtîgehan bi Ewlekariya Bilind) bên girtin.”
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.