NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 286’emîn de bi manşeta “Perspektîfa serkeftinê” derket.
Hejmara 286’emîn a rojnameya Xwebûne derket. Rojname, di vê hejmarê de bi manşeta “Perspektîfa serkeftinê” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê di vê hejmarê de cih dide name û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo 12’mîn Kongreya PKK’ê ku di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk hatibû. Abdullah Ocalan bi name û perspektîfa xwe ya ku ji bo Kongreya PKKê dişîne, sedem û armanca xwe ya ji fesixkirin û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî bi berfirehî vedibêje.
Her wiha hevpeyvîna vê hefteyê ya rojnameyê bi parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr re hatiye çêkirin. Dîsa di hejmara vê hefteyê de nivîskarên rojnameyê ji mijarên li ser ziman bigire, heta wêje, siyaset û tendirustiyê gelek mijarên cuda nirxandine.