WAN - Dadgehê sedema biryara xwe ya "bê ceza hiştinê" ya ji bo Firat Koç ê têkildarî protestoyên li dijî qeyûm aşkere kir.
Li hember tayînkirina qeyûman li ser şaredariyan di 21’ê Tebaxa 2019’an de li Wanê hatibû şermezarkirin. Di çalakiya şermezarkirinê de polîsan li qehwexaneyekî li nexweşê şîzofrenî Firat Koç xistibûn, dadgehê derbarê polîsan de biryara dozvenekirinê da. Piştî vê biryarê 2 polîsên ku dadgehê der barê wan de biryara dozvenekirinê dabû, Koç bi hinceta “bexwedana li hember bi cihanîna peywirê” gilî kiribûn û der barê Koç de lêpirsîn vebûbû. Di encama lêpirsînê de ji bo Koç îdîaname hatibû amedekirin û Dadgeha Wanê ya 6’mîn a Cezaya Esliyeyê îdîaname qebûl kiribû û doz hatibû vekirin. Di 6’ê Gulanê de danişîn pêkhatibû dadgehê der barê Koç de biryara hewcedarî bi cezayê nîne rave kir.
Di biryara pêwîstekî de cih hate dayin ji bo îdîayên polîsan û hate diyarkirin ku Koç, tabûre têwerî polîsan kirî û wan birîndar kirî. Di biryara pêwîstekî de tabûre weke “çek” hate pênasekirin û hate diyarkirin ku Koç li hember polîsan li ber xwe daye. Hate bibîr xistin ku di pêvajoya darazê de Saziya Tiba Edlî der barê Koç de rapora “rewşa wî baş e” daye lê ji ber ku ev rapor ji aliyê dadgêrekî bi tenê hatiye nivisîn û ji ber serboriya wî ya psîkîyatrî pêdivî bi rapora lijneyê heye.
‘RAPOR: REWŞA WÎ NE GUNCAN E JI BO CEZAYÊ’
Di biryara pêwîstekî de, hate desnîşankirin ku di pêvajoya darazê de liv û tevgerên Koç ne mîna kesên normal e û hate bibîrxistin ku bersûc hatiye şandin ji bo beşa psîkîyatrî ya tiba zanîngehekî. Repora ku Nexweşxaneya Bajêr a Bûrsayê di 14’ê Çileyê de amade kiriye, hatiye destnîşankirin ku bersûc di bin bandora atîpîk psîkozê de ye û ji warê hîqûqî de hay ji liv û tevgerên xwe nîne û encaman bibîr nabe, rewşa wî ne guncan e ji bo cezayê. Di biryara pêwîstekî de wiha hate diyarkirin: “Di çerçoveya dosyayê de rexmê tespîta çalakiya bersûc, ji ber rewşa bersûc hewcedarî bi cezayê nîne.”
Dadgehê di biryara pêwîstekî de bibîr xist ku divê Koç ki saziyeke tenduristî ya bi ewlehiya bilind tedawî bibe.
‘ÇI QEWIMÎ BÛ?’
Firat Koç, li Wanê di 21’ê Tebaxê de di dema çalakiyên şermezarkirina qeyûm de, li qehwexaneyekî ji aliyê polîsan ve bi cop, kask û bi pehînan ve îşkence lê bibû. Piştî ku Koç 5 roja di binçav de ma, bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Wanê, der barê Koç de biryara qedexeya li derveyî welêt hatibû dayîn û di dadgehê de hatibû berdan. Baroya Wanê û parêzeran der barê polîsên îşkencekar de serlêdana sûç kiribûn. Parlamenterê Stenbolê Mûstafa Yeneroglu jî der barê polîsan de gilî kiribû. Bi destura Waliyê Wanê, dozger lêpirsîn vekiribû û lêpirsîn bi biryara dozvenekirinê ve encam dabû.
Îfadeya Koç a li dozgeriyê: “Me tu mudaxeleyeke fîzîki li hember polîsan pêkneanî. Polîs li ser kolanê dibeziyan û ji nişkave berî dan min. Ji ber bizdanê min tabûre têwerî polîsan kir. Lê kesê kum in tabûre têwer kirê, ji ber kelecan û bizdanê min nizanibû ku ew kes polîs e. Qesda min ne hedefgirtina şexsekî diyar bû. Piştre polîsan li dû min bang kirin û gotin “bi wî bigrin, bi wî bigrin”, ez tirsiyam û beziyam. Bi bizdanê ve ketim qehwexaneyeke li nava kuçeyê. Kesên li dû min dihatin jî ketin qehwexaneyê û li min dan. Nayê bîra min ku çend kes bûn, lê gelek bûn, li mil, li çong û li serê min bi pehîn û bi kaskan ve dan. Nexasim bi kaskan ve li sere min dan. Kesên ku wê gavê li min didan min ji wan re got: “L imin nedin, nexweşiyên min ên psîkîyatrî hene” lê guhdar nekirin. Bi êşa can min xwe avêt aliyê qehwexaneyê. Li pêşiya qehwexaneyê dîsa li min dan. Li derveyî qehwexaneye destên min li pişt min kelepçe kirin.”
MA / Adnan Bîlen