STENBOL - Prof. Dr. Mehmet Bekaroglû diyar kir ku divê hemû derdorên civakî tev li pêvajoyê bên kirin û got: “Aştî dê ji bo hemû kesê li vî welatî dijîn bibe desteftiyek. Divê zimanê aştiyê were avakirin û ji gel re were vegotin.”
Parlamenterê CHP’ê yê berê Prof. Dr. Mehmet Bekaroglû têkildarî pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd axivî û got ku divê tevahiya civakê beşdarî pêvajoyê bibe. Bekaroglû, diyar kir ku aştî dê bi her kesên li welat dijîn bide qezenckirin û got: “Di pêvajoyên şer û pevçûnan de her kes bedel dide. Dayikên li Amed, Mûş û Colemêrgê agahî ji zarokên xwe nagirin û dayikên ku navên zarokên wan li bihûrokên jor hatine kirin heman êş jiyan. Bi qasî ji dest tê divê derdoreke berfireh were daxilkirin. Ev yek jî bi wê pêkane ku rastiyê deynin holê û vebêjin ka çi hatine jiyîn, kîjan bedel hatine dayin û dê ji vir û şûnde çi bê bidestxistin. Li gorî min ev yek heta niha baş nehatiye kirin. Ev dê çawa bibe? Ji ewil divê kesên dest bi vê hewldanê kirin bi xîret bin. Ez astengiyekê li pêşiya vî karî dibînim; zimanê aştiyê. Divê ev ziman jinûve were avakirin. Bi zimanê şer aştî nayê, nayê avakirin.”
‘HINCETA TERORÊ JI HOLÊ RADIBE’
Bi domdarî Bekaroglû anî ziman ku pêvajoya heyî ji pêvajoya 2013-2015’an cuda ye û wiha pê de çû: “Armanca ew e ku pirsgirêk bên axaftin, li ser nîqaş bên kirin, muzakere li ser bên kirin û bi piraniya dengan werin çareserkirin. Di rewşeke çekdarî de demokratîkbûn zêde pêkan nîne. Di siyaseta çalak de jî her tim qala demokratîkbûnê, edaletê tê kirin. Me digot; ‘Qanûna partiyên siyasî, xalên di destûra bingehîn de vê mijarê vedibêjin, li pêşiya siyaseta serbest a welat asteng in. An van rakin an jî sererast bikin’ û me ji bo vê gelek pêşniyarqanûn pêşkeş kirin. Her tim bi gotina ‘teror heye, dabeşkarî heye’ derketin pêşiya me û taloq kirin. Dema me pêşniyarqanûna ‘Bi qanûna civîn û xwepêşandanan re mimkin nîne mirov fikr û nêrînên xwe aşkera bikin. Em vê biguherînin.’ pêşkeş kirî, dema me digot ‘di lihevkirinên komî de du qirûşan zêdetir bidin’, her tim bi gotina ‘teror heye’ derketin pêşiya me. Lewma jî ev hincet ji holê radibe. Niha em ê daxwaza ‘pêşiya siyaseta serbest bi temamî vekin’ bikin.”
‘EV 40 SAL IN HIQÛQÊ DE COTSTANDARTÎ KIRIN’
Di berdewama axaftina xwe de Bekaroglû got ku ev 40 sal in li wî welatî di hiqûqê de cotstandartî heye û ev tişt anî ziman: “OHAL bi awayekî fermî rabû lê qanûna têkoşîna li dijî terorê û paketên ewlehiya navxweyî li şûna xwe ne. Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyê, encama vê ye. Li dijî şaredariyên din sepaneke cuda di meriyetê de heye. Li cihekî din dema ji ber sedemên cuda şaredar ji peywirê hate girtin, meclisa şaredariyê kesekî/a nû hildibijêre. Êdî ev wiha nabe. Heke em bi hev re bijîn, divê qanûn ji bo her kesî wekhev bin. Dê her kesên daxwaza demokrasiyê dikin daxwazên xwe bikin. Em ê sererastkirinên demokratîk û azadîxwaz ên weke civak em heq dikin pêk bînin.”
‘DIVÊ DI QANÛNAN DE SERERASTKIRIN ÇÊBIBIN’
Bekaroglû, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya berdana çekan di qanûnan de hinek sererastkirin bên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Mirov dikare ji bo vê bibêje realîzekirina berdana çekan. Divê ji bo pirsên dê pêvajo çawa bimeşe, aqûbeta pêvajoya çawa be jî bersiv bên dayin. Dê li Meclisê komîsyonek were avakirin. Nûnerên 16 partiyên siyasî hene û tê gotin ku ji her partiyê herî kêm kesek dê tê de cih bigire. Dê haya civakê ji sererastkirinên ji bo siyaseta demokratîk, siyaseta serbest bên kirin çêbibe. Hevdîtin hatin kirin, hevalên tev li van hevdîtinan bûn dibêjin, diaxivin, nîqaş dikin. Ji bo muxalefetê jî bi awayekî çalak tev li bikin hewl didin. Dema ev xebat tên meşandin, di heman demê de dê ji civakê re çawa bên vegotin? Ji bo vê divê rêbazên zanistî, qeîdeyên ragihandina siyasî û derfetên wan bi awayekî hemwext bên kirin.”
MA / Yeşîm Tukel