AMED - Jinan, ji bo meşa ku dê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin û got: “Em dengê azadî û jiyaneke birûmet bilind bikin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê sibe li Amedê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” meşeke mezin li dar bixin. Ji bo tevlibûna meşê bi roja ye li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebat tên meşandin.
Jin, dê li Parka Jiyanê ya Şemse Allak a li navçeya Bajarê Nû bên gel hev û ji vir ber bi Birca Keçikê ve bimeşin.
BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Surucu banga tevlibûnê li jinan kir û girîngiya lidarxistina meşê ya di vê serdemê de vegot. Ayşe Surucu, got: “Em di rojên dîrokî de ne. Em jin ji bo xwedîderketina li banga birêz Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk dê bimeşin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke birûmet em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Lewma jî em banga tevlibûnê li hemû jinan dikin.”
JI BO AŞTIYEKE BIRÛMET
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî jî wiha got: “Ji bo aştiyeke birûmet û çareseriyeke demokratîk em banga tevlibûna meşê li tevahiya jinên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn. Ji bo em jin di vê pêvajoyê de bi rol û rista xwe rabin divê em dengê xwe bilind bikin. Em bang li her kesên dixwazin avekî li vî agirî bikin dikin. Di vê pêvajoyê de jin çiqas bikarin bi rola xwe rabin û destê aştiyê xurt bikin, aştiyeke birûmet a li vê xakê dê ewqas xurt be. Lewma jî em bang li her kesî dikin tev li meşa bi pêşengtiya TJA’yê tê lidarxistin bibin û dengê xwe li her derê bilind bikin.”
‘EM LI PARKA ŞEMSE ALLAKÊ BÊN GEL HEV’
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu jî banga tevlibûna meşê li hemû jinên daxwaza aştî, azadî û yekitiyê dikin kir. Zeynep Oduncu, got: “Werin em bi hev re dengê azadiyê bilind bikin. Em sibe saet di 14.00’ê de li Parka Şemse Allak a li rex Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên gel hev, tev li meşê bibin û ji bo azadî û aştiyê dengê xwe bilind bikin. Em hemû jinan vedixwînin meşê.”.