AMED – Li bazara herêmî ya li Pîranê ku berhemên organîk lê tên firotin, ji ber krîza aboriyê danûstendin kêm e. Welatiyan diyar kirin ku aborî dikare bi aştiyê re aram bibe.
Welatiyên li gund dijîn li Bazara Giştî ya Dîcle Girtî ya girêdayî navçeya Pîran (Dîcle) ya Amedê berhemên weke penîr, dimizç û şîr ku xwe hildiberînin difiroşin. Li bazara ku rojên duşem û înê vekiriye û welatiyan ji ber krîza aborî bi gazinc in.
Welatiyê bi navê Alî Akkol ku bi mûçeya teqawitbûnê debara xwe dike diyar kir ku ji ber rewşa aborî gel perîşan bûye û wiha got: “15 hezar TL mûçeya teqawitbûnê didin û salê jî wek sala teqawitbûnê radigihînin. Ez 20 hezar TL kirê didim, ji bo kirêya xwe bidim ez ê 5 hezaran ji ku bînim û temam bikim? Her wiha pêwistiyên malê yên wekî mitbex, faturayên av û ceryanê hene. Dixwazî tiştekî bikirî lê pere tune. Her sal rewş xirabtir dibe. Ger ev hikûmet biguhere dê rewşa aborî çareser bibe.”
‘ABORÎ BI AŞTIYÊ BAŞ DIBE
Mehmet Kayran ku di heman demê de teqawit e û li bazarê dimiz, penîr û hêkan difiroşe û wiha got: “'Li şûna ku em rûnên divê em bixebitin. Ji ber ku dewlet mafên wan ên teqawîtan nade. Aborî her ku diçe xerabtir dibe. Bi pêvajoya nû ya hatiye destpêkirin re em bawer in wê aborî jî bi pêş bikeve. Ji ber ku budçe ji bo şer tê xerckirin. Her cara ku balafirek radibe, lêçûn hene û ew mesref ji me tê. Wek bac ji me tê stendin. Bacên ku dewlet ji me distîne, ne li ser gel, li şer tê xerckirin. Bi vî rengî gel xizan dibe. Yê ku aboriyê zindî bike, gundî ye û desteka jê re tê dayîn e. Divê dewlet piştgiriyê bide gundiyan.”
Keyfî Kara ku diyar kir ku di dema erdhejê de xaniyê wî ji ber xisareke giran hilweşiya ye û hînê li konekî dijî û ji ber zêdebûna buhayê debar zehmet bûye. Kara bi alîkariya kirê ya dewletê hewl dide debara xwe bike û wiha got: "Ev 2 sal in ez di konekî de me. Ez çawa dikarim di jîyaneka wiha da sax bimînim? Berê, tu dikarî hemû pêdivîyên xwe ji manavê bi 100 TL bibînî, lê niha tu nikarî 2 kîlo yan jî tiştekî bikirî. Em dixwazin aborî baştir bibe û aştî pêk were.”
‘SEDEMA KRÎZA ABORIYÊ ŞER E’
Mehmet Selçûk ê ku şîr û penêrê ku ji heywanên xwe tê hilberandin ji bo li sûkê bifiroşe anî, diyar kir ku lêçûnên wî nayên bersivandin û ji bo torbeyek kapek 700 TL pere daye û şîr û penêrê ku ew hildiberîne ji bo her kîloyê 100 TL difiroşe. Selçûk wiha got: "Bi vî rengî ev rewş ji aliyê wijdanî ve nikare bê qebûlkirin. Di zêdebûna buhayan de ti pêşketin nîne; her roja diçe xerabtir dibe. Ji bo şîr ji heywanekî bidoşî divê gelek zehmetiyan bikişînî, lê keda ku tê dayîn cihê xwe nagire. Sedema xirabûna aboriyê polîtîkayên şer e.”
Welatiyê bi navê Zulkuf Kiyar ku bi mûçeya teqawitbûnê hewl dide debara xwe bike, da zanîn ku her tişt pir bûha bûye, carnan bêyî ku tiştekî bikire vedigere malê û wiha got: “Ez bi maeşê xwe 4 zarokan xwedî dikim, 10 hezar û 500 TL kirê didim, fatûreya min a elektrîkê 800 TL, fatureya min a avê jî 700 TL ye. Ji ber vê yekê, em bi zehmetî debara xwe dikin."
MA / Heval Onkol