DÎLOK - Rêveberên ÎHD û OHD’ê destnîşan kirin ku di pêvajoya nû de tişta ji ewil divê bê kirin rakirina TMK’ê û berdana girtiyên nexweş e.
Piştî “Bana Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ragihandî, niha çavê her kesî li gavên ku dê dewlet biavêje ye. Banga hate kirin ku dewlet tavilê di mijara girtiyên nexweş û girtiyên siyasî de gavan biavêje. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Dîlokê jî têkildarî pêvajoyê axivîn.
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê Bahrî Oguz diyar kir ku pêvajoya heyî pêvajoyeke dîrokî ye û pirsgirêka Kurd mezintirîn pirsgirêka li Tirkiyeyê ye. Oguz, bal kişand ser biryarên kongreya PKK’ê û got: “Bi kongreyê re hincetên di destê dewletê de ji holê rabûn. Ji berê heta niha her tim îktîdaran gotinên weke ‘teror’ û ‘tundî’ ji xwe re dikirin hincet. Ev hincet ji holê rabû.”
'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
Oguz, destnîşan kir ku divê pêşiya reformên demokratîk were vekirin û wiha pê de çû: “Divê vê siyaseta rageşiyê deynin aliyekî û pêşiya asayîbûnê vekin. Li Tirkiyeyê hiqûqeke cotstandardat heye. Yek ji wan mewzûata esil e û ya din jî Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) ye ku destûra bingehîn a rêveberiyên zextker û otorîter e. Ji berê ve her tim çavkaniyeke nivîskî ya rêveberiyên zextker û otorîter hebûye. Ji ewil divê TMK ji holê bê rakirin. Piştre jî divê girtiyên nexweş û yên siyasî bên berdan da ku pêşiya siyaseta sivîl vebe û aştî civakî bibe.”
'HEWCEYE PÊVAJO CIVAKÎ BIBE’
Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Dîlokê Yakup Dogan jî anî ziman ku ew şahidiya destpêka serdemeke nû dikin û wiha domand: “Aştî bi tu kesî nade windakirin. Pêvajoyeke wiha erênî ye û divê dewlet gavan biavêje. Beriya her tiştekî divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo pêvajo civakî bibe jî divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.”
Têkildarî nîqaşên ser destûra bingehîn a nû jî Dogan ev tişt anî ziman: “Ji bo destûra bingehîn sivîl bibe, divê li nêrînên baro û parêzeran guhdar bin. Divê bi awayekî daxilî pêvajoyê bên kirin. Divê pêvajo ne tenê ji hêla rayedarên dewletê ve, divê gel û rêxistinên civaka sivîl jî tê de cih bigirin.”