WAN - Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê di dema çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qayûm de biryara walîtiyê ya 'qedexeya xwepêşandan û bernameyan' bêhiqûqî dît.
Piştî hilbijartinên herêmî yênr 31'ê Adara 2024'an diviyabû Abdullah Zeydan ê ku weke Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê hatibû hilbijartin belgeya xwe ya hilbijartinê bigirta lê li şûna wî ji namzetê AKP'ê re belge hatibû dayîn. Piştî vê li bajar protestoyan destpê kir û Walîtiya Wanê jî 15 rojan "çalakî û xwepêşandan" qedexe kir.
BIRYARA DADGEHA ÎDARÎ
Li hemberî biryarê bi daxwaza rawestandina biryarê serî li 4'emîn Dadgeha Îdarî ya Wanê hate dayîn. Dadgeha Îdarî îdîa kir ku êrîşa polîsan a li hemberî çalakiyên protestoyî pêdiviyên civaka demokratîk binpê nake û destnîşan kir ku biryara qedexeyê li gorî qanûnan e. Dadgehê di biryara xwe ya 20'ê Cotmeha 2024'an de diyar kiribû ku biryara qedexekirinê mafdar e.
'HIQÛQÎ NÎN E'
Parêzer Mahmût Kaçan serî li 6'emîn Daîreya Îdarî ya Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê da. Dadgehê di 9'ê Gulana 2025'an de têkildarî serlêdanê biryar da. Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kir ku ti bingehek ji bo qedexekirina 15 rojan a Walîtiyê nîne ku bandorê li tevahiya bajar bike.
Hat gotin ku walîtî nikare biryarên giştî yên wekî qedexekirina her cure çalakî û bernameyan bide. Di biryarê de hate gotin, 'Walîtiyê biryara qedexekirinê li ser hemû partiyên ku wê tevahiya eyaletê binixumîne û ne diyar e, biryara qedexeyê pêdiviyên hiqûqê bi cih neanî û tu rastiyeke hiqûqî di biryarê de nebû'. Dadgehê biryara betalkirinê da.
'BIRYAREKE EMSAL'
Der barê biryarê de parêzer Mahmût Kaçan axivî û wiha got: "Vê biryarê xeta baş a navbera 'ewlekarî' û 'azadiyê' ji nû ve xêz kiriye. Dadgeha temyîzê, bi betalkirina qedexeya giştî ya walîtiyê re ku 15 rojan dewam kir, bal kişand ser prensîbeke girîng. Dadgeh diyar dike ku qedexeyên kolektîf bi demokrasiyê re ne li hev in û tenê gefên şênber dikarin mafan sînordar bikin. Dadgehê bal kişand ku hincetên giştî yên mîna 'rîska terorê' kêm in, bi derengî be jî bi bîra rêveberiya hiqûqê xist. Ev biryar ji bo qedexeyên bi heman rengî emsal e."
MA / Adnan Bilen