ÇANAKKALE - Li diî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Çanakkaleyê bi keviran êriş hate kirin.
Îro saet derdora 14.30’ê de li dijî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Çanakkaleyê bi keviran êriş hate kirin. Li gorî agahiyên ji rêveberên DEM Partiyê yên Çanakkaleyê hatine bidestxistin; dema li hundir civîn dihat lidarxistin, kesekê kumê spî li xwe kiribû, bi kevirekî mezin paca avahî şikand. Di êrişê de tu kes birîndar nebû lê xisara madî çêbû.
Polîsên li cihê bûyerê hatin veguhestin, lêkolîn kirin û li dîmenên kamerayên ewlehiyê yên li derdorê nihêrtin.