AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, diyar kir ku pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan dest pê kirî hêvî daye civakê û got: “Divê ev geşedanên girîng bi quretiya dewletê neyên pûçkirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştre jî PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. PKK’ê, di danezana kongreya xwe de ragihand ku xwe fesix kiriye û dawî li xebatên xwe aniye. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî têkildarî pêvajoya piştî banga dîrokî û biryarên PKK’ê dest pê kirî, li avahiya xwe daxuyanî da. Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz, endam û rêveberên ÎHD’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Ercan Yilmaz, di daxuyaniyê de diyar kir ku şerê zêdetirî 40 sal in didome ne tenê rê li ber binpêkirinên mafên vekiriye, di heman demê de travmayeke mezin a civakî jî bi xwe re aniye. Yilmaz, got: “Têkçûna çanda pêkvejiyanê û bêbaweriya di nava gelan de jî bi xwe re anî. 3 meh berê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Bang li rêxistina xwe kir ku xwe ji fesix bike ev jî hêviyek dawîkirina şer derxist holê. PKKê jî bersiv da bangê û xwe fesix kir.”
‘DIVÊ AŞTIYA MAYINDE PÊK BÊ’
Yilmaz, destnîşan kir ku divê tevahiye beşên civakê bê şert û merc piştgiriyê bidin pêvahoyê û ev tişt anî ziman: “Ev 40 sal in şer berdewam dike. Lê çareserkerina vê ne tenê li ser milê gelê Kurd e. Ev barê hemû gelên Tirkiyeyê ye. Gelê Kurd ji roja avakirina komarê heta niha rastî înkar, kuştin û koçberiya bi darêz zorê hatiye. Divê dewlet hemû binpêkirina mafê Gelê Kurd qebûl bike. Ev gav pêşxistina pêvajoyê ye. Ev tiştên ku Gelê Kurd rû bi rû ma ne pirsgirêka Kurd derxist holê. Divê aştiya mayinde pêk bê.”
‘PÊVAJO DIVÊ NEYÊ PÛÇKIRIN’
Yilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Divê dewlet bi êşên daye kişandin re hevrû bibe. Hem gelê Kurd hem jî gelê Tirk divê bi heqîqet û rastiyê bizane. Gavên ku hatine avêtin gelek girîng in. Divê em ji bîr nekin ku em ji bo aştiyê bi hêz nebin, dê sibê dîsa gel jiyana xwe dest bide. Êdî dem ne dema rawestandinê ye. Divê gavên şênber bên avêtin. Divê tevahiya beşên civakê li pêvajoyê xwedî derkevin. Aştî mafê me ye. Divê ev geşedanên girîng ên di nava civakê de hêvî ava kiriye, bi quretiya dewletê neyê pûçkirin.”