ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: “Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin.”
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji ewil bal kişand ser salvegera Komkujiya Çorumê û banga “hevrûbûnê” kir. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku heta tarîtiyên li pişt komkujiyan neyên ronîkirin dê pêşiya komkujî û êşan nekare were girtin.
‘NÊZIKATIYEKE BÊEDALETIYÊ JI HOLÊ RADIKE PÊŞ NEKET’
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser 10’emîn Pakêta Darazê ya ku tê payin were Meclisê û ev tişt anî ziman: “Wisa texmîn dikim ku hûn tevek dibêjin ‘Ma me çi xêr ji 9 pakêtên din dît ku dê ji ya 10’an bibînin.’ Ji ber ku di pakêtên heta niha de tu caran nêzikatiyeke ku rêgezên hiqûqê bide rûniştandin, edaletê pêk bîne û newekheviyên heyî ji holê rake pêş neket. Lewma, madem em li ser pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê diaxivin, wê demê divê gavên ku mexdûriyên di qada hiqûqî de rû didin bi dawî dikin, kesên bi awayekî neheq û derhiqûqî hatine girtin ber dide û birînên civakê derman dike bên avêtin. Em vê daxwaza xwe careke din dubare dikin. Ne tenê têkildarî înfazê, ne tenê daxwazên me têkildarî cihêkariya li girtîgehan e. Em dixwazin pergala darazê bi temamî li ber çav were gerandin.”
DI CEZAYÊ DE EDALET, DI ÎNFAZÊ DE WEKHEVÎ
Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê hemû xalên cihêkar bên sererastkirin û got: “Hatina aştiyê ya li vî welatî, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jiyanî ye. Daxwazên me yên şênber hene. Me di hevdîtinan de ev daxwazên xwe pêşkeşî rayedarên AKP’ê û nûnerên partiyên siyasî kirin. Yek ji meseleya herî girîng jî cihêkariya hiqûqa înfazê ye. Cihêkariyeke cidî heye. Di mijarên weke tehliyeya bişert û berdana bikontrol de kesên ji ber sûcên rêxistinkirî hatine kirin, anku kesên ji ber TMK’ê girtî, nikarin ji van sûdê bigirin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Di hemû mijaran de girtiyên siyasî li derve tên hiştin. Bi taybet jî di mijara tehliyeyên bişert de pirsgirêkên cidî hene. Di esasê xwe de tehliyeya bişert 1/2 ye lê heke ji TMK’ê ceza lê hatibe birîn, dema înfazkirinê ya 3/4 dixin meriyetê. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Anku nêzikatiya me di cezayê de edalet, di înfazê de wekhevî ye. Divê ev weke rêgezekê di mewzûata hiqûqê de cih bigire.
Ji ber nivîsandina nameyan, berzkirina dirûşman, parastina maf û azadiyan, tehliyeyên girtiyên siyasî tên astengkirin. Li hêla din kujerên jinan, kesên destdirêjiyê li zarokan dikin ji van şertên tehliyeya bişert sûdê digirin. Bi deh hezaran girtiyên siyasî hene.
DI ÎNFAZÊ DE NEWEKHEVÎ HEYE
Her wiha heke di çarçoveya TCK’ê de ceza li we were birîn 5 salan didin lê heman sûc heke di çarçoveya TMK’ê de be dibe 10 sal. Çima? Ji ber ku xala 5’emîn a TMK’ê cezayê heyî 1/2 zêde dike. Divê ev meseleye jî tavilê ji holê bê rakirin. Di fikaraya 3’yan a xala 105/A’yê de wiha tê gotin; ‘heke nexweşiyeke giran hebe, astengdar bin an jî kal bin û nekarin bi tena serê xwe bijîn, ger cezayê wan 3 sal an jî ji 3 salan kêmtir mabe dikarin ji tehliyeya bişert bên berdan.’ Lê di vir de jî îstîsnayek heye; ji bilî sûcên rêxistinkirî û girtiyên siyasî. Ji bo kesên temenê wan bi ser 65 saliyê de jî derfeta berdana bişert heye lê dîsa îstîsnaya wê sûcên rêxistinkirî ye.
HÊJ JÎ TEMÎNATEKE QANÛNÎ YA PÊVAJOYÊ NÎNE
Pêvajo, di halê hazir de didome. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir. Rêxistinê jî di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe civand. Ev pêvajo dê bidomin. Gelo temînateke qanûnî yê vê pêvajoyê heye? Gelo di halê hazir de ji Meclisê tu çarçoveyeke qanûnî ji bo çareseriyê hatiye amadekirin? Na. Di pêvajoya 2013-15’an de mutebeqeteke ewqas berfireh tune bû.
DIVÊ EV KOMÎSYON JI BO MIJARÊ TAYBET BÊ AVAKIRIN
Têkildarî komîsyona dê li Meclisê bê avakirin gelek nîqaş hatin kirin. Bi taybet jî piştî parvekirina birêz Bahçelî bû rojev. Lê DEM Partiyê her tim ev di anî rojevê. Bi taybet jî birêz Ocalan di hevdîtina 28’ê Kanûnê de gotibû ku divê li Meclisê komîsyon bê avakirin û girîngiya Meclisê vegotibû. Şandeya me piştî vê hevdîtinê, çû cem Serokê Meclisê û dest bi hevdîtinên bi partiyan re kir. Em nîqaşên ser avakirina komîsyonê biqîmet dibînin. Divê komîsyon teqez were avakirin. Divê ev komîsyon ji bo mijarê taybet bê avakirin. Mijarên weke şêwe, naverok, hejmara endaman û biryardayînê divê bi hevdîtinên partiyan re û bi nîqaşan re bên diyarkirin û bikevin meriyetê. Divê ev komîsyon; bikare li rêxistinên civaka sivîl, jinan, akademîsyenan, rojnamegeran guhdarî bike û fikrên wan tev li pêvajoyê bike. Komîsyoneke ku bikare mînakên cîhanê lêkolîn bike, ji bo me gelek girîng e.
DIVÊ LI PÊŞ ÇAVÊ CIVAKÊ BE
Mijara herî girîng jî şefafiya vê komîsyonê ye. Divê tevahiya van nîqaşan li ber çavên civakê bên kirin. Mesele ew e ku Meclis bibe navnîşana sereke û mesele li wir axaftin, Meclis înîsiyatîfê li xwe bigire û muxalefeta civakî jî bibe parekê wê.
Em li bendê ne ku beriya cejnê tavilê qanûnî bibe. Me daxwazên xwe parve kirin û em nizanin dê ev daxwaz çiqas tê de cih bigirin. Dema pakêt hate vekirin dê derfeta me ya dîtinê çêbibe. Divê xalên ku ji bendewariya girtîgehan û civakê re bibe bersiv û ji bo pêvajoyê sûdewer tê de cih bigirin.