NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payin ku 10’emîn Pakêta Darazê vê hefteyê bînin Lijneya Giştî ya Meclisê. Her wiha hevdîtinên DEM Partiyê ku dê bi MHP û AKP’ê re bike jî krîtîk in.
Hem li hundir hem jî li derve Tirkiye di polîtîkayê de şahidiya geşedanên krîtîk dike. Tê payin ku qada siyasetê vê hefteyê hêj germtir bibe. Civînên heftane yên partiyên siyasî yên li Meclisê, 10’emîn Pakêta Darazê ya tê payin bê Meclisê û serdanên DEM Partiyê niha bûne rojevên sereke. Ev liv û tevgera zêde, bi taybet jî di demeke ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jinûve hatiye zindîkirin de hêj girîngtir dibin.
10’EMÎN PAKÊTA DARAZÊ TÊ MECLISÊ
Tê payin ku vê hefteyê 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê were kirin. Ji ber naveroka xwe, ji niha ve deng vedaye. Bi taybet jî sererastkirinên di qanûna înfazkirina cezayê de, guhertinên tê payin di mijara mercên tehliyekirina girtiyên nexweş û girtiyên kal û pîr de bên kirin, ji hêla parastvanên mafên mirovan û derdorên hiqûqnas ve ji nêz ve tên şopandin. Pakêt ne tenê sererastkirineke teknîkî ye, di heman demê de de dê nîşan bide ka Tirkiye çiqasî li gorî rêgezên dewleta hiqûqê tevdigere û bi vî awayî tê nirxandin.
DEM Partî dibêje ku divê pakêt ne tenê teknîkî be, hewceye di heman demê de berfireh be ku ji bo aştiya civakî sûdewer be. Rayedarên partiyê dixwazin biryarên DMME’yê yekser bên cîbicîkirin, di ‘Qanûna Înfazê’ de wekhevî hebe, sepana tayînkirina qeyûman were bidawîkirin, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) were rakirin û gavên ji bo demokratîkbûnê jî di pakêtê de cih bigirin. Armanca ji van pêşniyarên DEM Partiyê ne tenê ji bo başkirina şert û mercên girtîgehan e, di heman demê de ji bo bihêzkirina serbixwebûna darazê û berfirehkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ye.
GELO DÊ PAKÊT BERIYA CEJNÊ QANÛNÎ BIBE?
Li gorî agahiyên ji kulîsên AKP’ê, hedef ew e ku pakêta behsa xeberê beriya Cejna Qurbanê qanûnî bibe. Lêbelê di pakêtê de daxwazên DEM Partiyê dê çiqas cih bigirin û baskê îktîdarê ji daxwazên reformê re çiqas vekirî ye nayê zanîn û di rojên pêş de ev mijar dê bibin rojevên sereke. Bi taybet jî raya giştî mijarên weke girtiyên siyasî, girtiyên nexweş, polîtîkayên qeyûm û demokratîkbûnê ji nêz ve dişopîne.
CIVÎNÊN KOMAN ÊN PARTIYAN Û SERDANÊN SIYASÎ
Di ajandaya siyasî ya hefteyê de civînên komê yên partiyên siyasî yên li Meclisê girîng in. Di roja sêşemê de MHP, DEM Partî û CHP û di roja çarşemê de jî AKP dê civîna koma partiya xwe li dar bixe. Peyamên ku dê lîderên partiyan di vê hefteyê de bidin pir tên mereqkirin. Bi taybet jî dê were şopandin ka îktîdar dê di mijara reforma darazê, polîtîkayên aboriyê û daxwazên civakê de xwedî gotineke çawa be.
DEM Partî jî dê di tevahiya hefteyê di çarçoveya hedefa xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re bidomîne. Şandeya partiyê dê bi AKP û MHP’ê re hevdîtinan bike. Ev hevdîtin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hem jî ji bo reforma darazê girîng in. Ev hevdîtin dê diyar bikin ka dê zemîneke diyalogê were avakirin an na.
NEXŞERÊYA SERDEMA NÛ DÊ ÇAWA WERE XÊZKIRIN?
Tevahiya van geşedanan dê di mijara diyarkirina nexşerêya siyasî ya serdema pêş a Tirkiyeyê de diyarker bin. Bi taybet jî pirsgirêka Kurd, daxwazên reforma di pergala edaletê de û bendewariyên di mijara demokratîkbûnê de, ne tenê rojeva çendek aliyan, ji niha ve bûye rojeva hevpar a gelek derdoran. Bi vê sedemê jî sererastkirinên dê pêşkeşî Meclisê bên kirin û gotin û pozîsyonên partiyên siyasî, dê ne tenê bi çareseriya pirsgirêkan re bisînor bimîne, di heman demê de dê teşe bide hewldana demokratîkbûna Tirkiyeyê jî.
Hevdîtinên siyasî yên vê hefteyê dê li Enqereyê teşe bigirin, xwedî potansiyeleke wisa ne ku dikarin bandorê li geşedanên demkurt û demdirêj bikin. Hêviya raya giştî jî pir zelal e; dixwazin daraz ji bin siya siyasetê derkeve, aştiya civakî bicih bê û maf û azadiyên sereke bên misogerkirin.