STENBOL - 45 kesên di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Di 23’yê Gulanê de li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pêla çaremîn a operasyonê hatibû lidarxistin û 45 kes hatibûn biçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Midûra Nivîsgeha Taybet a Ekrem Îmamoglû ya bi navê Kadriye Kasapoglû, Midûrê Giştî yê KÎPTAŞ’ê Alî Kurt, Midûrê Giştî yê ÎSTAÇ’ê Ziya Gokmen Togay û Serokê Daîreya Karûbarên Muxtariyan ya ÎBB’ê Yavuz Saltik jî di nav de 45 kes hatibûn binçavkirin.
Her 45 kes piştî karûbarên wan ên îfadeyê li Midûriyeta Emniyetê bi dawî bûn, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.