NAVENDA NÛÇEYAN - Di Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê de li ser berjewendiyên neteweyî yên Kurdî, stratejiyên diplomasiyê û yekitiya neteweyî nîqaşên berfireh hatin kirin.
Di rûniştina duyemîn a roja duyemîn a Desteya Giştî ya 23’yemîn a KNK’ê de, Konseya Rêveber hilbijartina xwe lidar xist. Bi nîqaş û yekitiya dengan a delegeyan, 19 endamên Konseya Rêveber bûn 23 endam. Piştre hilbijartina Konseya Rêveber hate kirin. Kongre bi xwe dayîna naskirina endamên ji bo Konseya Rêveber û pêşniyaran, dewam kir.
Hevserokên KNK’ê Zeynep Murad û Ahmet Karamus ku jinûve hatin hilbijartin, axivîn û spasî kirin. Zeynep Murad got: “Di dema nû de em wezîfeya xwe digirin ser xwe, em di ferqê de ne ku ev berpirsyarî çiqasê giran û dîrokî ye. Ji bo destkeftiyên gelê Kurd ên di vê sedsalê de mayînde bibin, pêvajoyeke zehmet li pêşiya me ye ku xebatên neteweyî hîn zêdetir bi disiplîn bên meşandin û zemînê dîplomatîk were xurtkirin. Weke rêveberiya nû em di ferqa vê yekê de ne.”
Ahmet Karamus jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo pir hesas e. Em ê di du salên pêşiya xwe de ji bo xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî, di têkiliyên dîplomasî û navneteweyî de weke yek deng ji bo temsîlkirina gelê Kurd bixebitin.”
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar jî axivî û diyar kir ku heke pêvajo pêş bikeve, hêvî heye ku li Tirkiyeyê dawî li înkara li ser gelê Kurd were. Aydar ji bo konferansa ku wê di salvegera 100’emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de ji aliyê KNK’ê ve were organîzekirin û mitînga ku wê li Almanyayê were kirin, banga tevlibûnê kir.
Kongre bi nîqaş û pêşniyarên beşdarên ji her çar parçeyan, nûnerên partiyên siyasî, kes û delegeyan û bi nîqaşên li ser parastina destkeftiyên Kurdistanê bi dawî bû.
ENDAMÊN KONSEYA RÊVEBER A KNK’Ê
Ji bo Konseya Rêveber a KNK’ê ev kes hatin hilbijartin: “Shêx Şemal, Refîk Gefur, Ekrem Husso, Îbrahîm Alîpur, Behzad Pîrmusa, Şêrko Muhammed Emîn, Faruk Cemîl, Mîran Saleh, Şukrullah Muhammed Emîn, Osman Ergîn, Saîd Senendecî, Yakup Mîrza, Zubeyîr Aydar, Nilûfer Koç, Rojîn Mukriyan, Dîmen Sohrabî, Şahla Hafid, Aria Issa, Fatma Lekto, Zeynep Mûstafa, Nûrê Alkiş, Perwîn Saîd û Şîlan Emînoglû.”