RIHA – Doza tacîza zayendî ya zarokan de hinceta beraetê de hat îdîakirin ku “pola her kes dikevê û der tê” û hinceta pêknehatina tacîza zayendî ya zarokan “li gor herka heyatê ne asayî ye.”
Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê Halîl Bîlîk ku wexta muftî bû, ji doza tacîza zayendî ya zarokan dihate darizandin û di danişîna di 5’ê Gulanê de biryara beraetê hate dayîn. Biryara beraeta ya der barê Bîlîk ji sûcên “tacîza zayendî ya zarokan” û ji “zor û tehdîdê ve mahrûmkirina ji azadiya şexsî” aşkera bû.
Di biryarê de cihê ku tacîza zayendî lê rû daye wek “cihê her kes dikevê û der tê” hate pênasekirin û hate îdakirin ku rûdana tacîza zayendî li vir “li gor herka heyatê ne asayî ye”. Şandeya Dadgeha Cezayê Giran a 10’mîn a Rihayê, diyar kir ku “îhtîmala îftirayê” heye ji ber ku zarok ji seroktiya polê hatiye derxistin û qenaet pê anî ku îhtîmala rastiya parastinên kiryar heye. Di biryara dadgehê de wek hincet ‘nebûna vîdeyoya tacîza zayendî di têlefon Bîlîk de û di cihê buyera tacîza zayendî de nimêjkirina zarok nehatiye tespîtkirin, ji ber 5 rojan carekî jê çûna qeydên kamerayê û nebûna qeydên roja rûdanê hate nîşandan.’
‘LI DIJÎ BIRYARÊ BERTEK’
Parêzerê zarok Arkin Hurtaş bertek nîşan da û wiha got: “Di destpêka pêvajoyê de heta niha, a rast kirarên di serî de hatin kirin, zarokê mexdûr û îfadeya şahidan ji dosyayên ku hete niha me di warê destdirêjiyê de dîtine em dizanin pêwîst bû ku encama vê dosyayê de ceza bihata dayîn. Lê di merheleyên darazê de nexasim me dît ku îfadeya zarokan hatiye guhertin.” Hurtaş diyar kir ku pêvajoya darizandinê ne normal bû bibîr xist ku dozger di danîşînan de muteleaya xwe şûn ve kişandî û di danîşîna biryarê de bi heman delîlan ve doza cezayê kirî.
Hurtaş axaftina xwe wiha domand: “Di despêkê de îtîraza me hebû li heber pêvajoya darazê. Rexmê k udi merheleya darazê de dozger bi delîlên berdest ve xwest ku kiryar ji ber ‘halê biwesf’ ve bê cezakirin, lê biryara beraetê hate dayîn. Hinek îtîrazên me cihê xwe dît. Lê qismê girîng û yê ku dê li ser dozê bandor bikira nehatin qebûlkirin. Di destpêka darazê ve zarokê mexdûr dihate sûcdarkirin, pêvajoya darazê de me dît ku malbata zarok ketine pozisyona sûcdar. Ev helwest di zabitnameyan de jî xuya ye. A rast îro em vê biryarê wek neheqî û bêhiqûqî pênase dikin. Di rewabûna darazê de jî hinek pirsgirêk hene. Ji ber ku kiryar memûr e rewşa wî di pêvajoya darazê bandor kirî."
Hurtaş diyar kir ku dê li dadgeha jor îtîraz bikin û ji bo asta jor de cezakirina kiryar çi ji destên wan bê dê bikin û ji bo xwedîderketine li vê dozê bangî raya giştî kir.
‘ÇI QEWIMÎ BÛ’
Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê di 12 Cotmeha 2023’an de Muftiyê Navçeyê Halîl Bîlîk, di çarçoveya projeya “Ez baldar im, li nirxên xwe xwedî derdikevim (ÇESED)” a ku di navbera Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), Serokatiya Diyanetê û Wezareta Ciwan û Werzîşê hatibû îmzekirin de wek “şêwirmendê manewî” li dibistanek Kaniya Xezalan hatibû erkdarkirin. Xwendekarekî li vê dibistanê destavêtina Bîlîk di 19’ê Cotmeha 2023’an de ji malbat û ji mamostê xwe ra gotibû. Li ser vê der barê Bîlîk de gilî hate kirin. Di çerçoveya lêpirsînê de Bîlîk di 22’ê Cotmeha 2023’an de hate binçavkirin û girtin.
Dozgeriya Komarê ya Kaniya Xezalan, li gorî îfadeya şahidan, îfadeya zarokan û şahidên dtir di gel rapora pispor îdîanameyek amade kir. Danişîna yekemin a dozê di 27’ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 10’mîn a Rihayê pêkhat.
MA / Ceylan Şahînlî