Menzione: Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe

  • rojane
  • 10:21 23 Gulan 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN -  Hiqûqnasê Îtalî Ezio Menzione diyar kir ku piştî biryarên kongreya PKK’ê divê hikûmet di mijara aştiyê de inyeta xwe nîşan bide û got: “Hewceye girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe.”  

 
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara bidawîkirina xebatên xwe da. Biryarên PKK’ê hem di qada neteweyî hem jî ya navneteweyî de deng veda. Bi taybet jî Ewropa, gelek welatan peyamên piştgiriyê weşandin. 
 
Yek ji hiqûqnasên navdar ê Îtalyayê Ezio Menzione têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘DIVÊ OCALAN BIKARE PÊVAJOYÊ JI DERVE BIRÊVE BIBE’   
 
Menzione, biryarên kongreya PKK’ê erênî nirxand û got ku divê her du alî jî aştiyê bixwazin. Menzione, diyar ir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan re normên hiqûqa gerdûnî tên binpêkirin û wiha domand: “Ne dikare bi parêzerên xwe re ne jî bi xizmên xwe re birûkpêk hevdîtinan bike. Li welatên mîna DYA’yê ku tecrîdê ferz dike jî wiha nîne. Heta DYA jî di mercên herî giran ên tecrîdê de dihêle girtî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Tişta li vir em behsa wê dikin, li derveyî standarta hiqûqî ye. Di mehên dawî de carekê bi biraziyê xwe û şandeyê re hevdîtin kir. Lê di rewşa heyî de û piştî biryarên kongreyê divê tevahiya rewşa Ocalan were çareserkirin. Kesekê 26 salan di tecrîdê de maye û êdî dema berdana wî hatiye.” 
 
Menzione, banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya di 1’ê Cotmeha 2024’an de ku digot “Bila Ocalan were li Meclisê biaxive” bi bîr xist û got: “Ev bang tê wê wateyê ku ew hevdîtinên xwe li derveyî girtîgehê birêve bibe. Nabe ku di girtîgehê de be û bi derve pêwendiyan deyne. Êdî piştî 26 salan divê hemû mafên hemwelatîbûnê bên îadekirin. Divê Ocalan bikare guherîna dixwaze bide destpêkrin li derve birêve bibe.”
 
QANÛNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ
 
Bi domdarî Menzione da zanîn ku Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) hem ji hêla naverokê hem jî di pratîkê de keyfî ye û ev tişt anî iman: “Her wiha biryarên DMME’yê jî nayên cîbicîkirin. Li Îtalya û Almanyayê jî qanûnên mîna wan hene. Lê belê piştî gefa ‘terorê’ ji holê rabûyî jî ew qanûn ji holê rakirin an jî cîbicî nekirin. Qanûnên wiha tu caran zelal nînin. Ji ber ku hikûmet ne tenê li dijî terorê, xwedî wê hêz û daxwazê ye ku li dijî muxalîfan jî bi kar bîne. Divê çarçoveyeke van qanûnan hebe û her kes jê fêm bike. Belkî jî piştî hevdîtinên siyasî ji holê bê rakirin.” 
 
‘DIVÊ HIKÛMET INYETA XWE YA AŞTIYÊ NÎŞAN BIDE’ 
 
Menzione, daxuyand ku piştî têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kirî êdî pênaseya “terorê” ya li Tirkiyeyê divê biguhere û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê çarçoveyê de divê bi hezaran girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Heke PKK rêxistineke çekdarî nebe, wê demê kesên bi îdiaya têkiliya wan a bi PKK’ê re hatine girtin di girtîgehê de çi dikin? Parêzer, hevşaredar, rojnameger... Divê girtî tavilê bên berdan. Ev ne meseleya meha ye, ya roja ye. Ez bi xwe ne bawerim hikûmeta Tirk gavên pêwîst biavêje. Divê inyeta xwe ya ji bo aştiyê nîşan bide.” 
 
MA / Hîvda Çelebî
 
 

Sernavên din

16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be