NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Sekreter a Koalîsyona Jinan a NADA’yê Nûbihar Mistefa diyar kir ku pirsgirêka jinê pirsgirêka mirovahiyê ye û got: “Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, hewceye tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin.”
1’emîn Kongreya Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur (NADA), li bajarê Silêmaniyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi beşdariya 200 delegeyên jin ên ji 19 welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê hat lidarxistin. Kongre, 3 rojan domiya û di kongreyê de geşedanên li Rojhilata Navîn, rol û rista jinan, têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û gelek mijarên din hatin nîqaşkirin. Di encamnameya kongreyê de jî bal kişandin ser avakirina civake û têkoşîneke hevpar a xwe dispêre azadiya jinê. Endama Sekreter a Koalîsyona Jinan a NADA’yê Nûbihar Mistefa ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyê bû, têkildarî kongreyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
MIJARÊN DI KONGREYÊ DE HATINE NÎQAŞKIRIN
Nûbihar Mistefa, diyar kir ku di kongreyê de li ser gelek mijaran nîqaş hatine kirin û beriya kongreyê 2 konferans hatine lidarxistin. Nûbihar Mistefa, bi bîr xist ku ji konferansan yek jê li Amedê û yek jî li Beyrûdê hatiye lidarxistin û wiha domand: “Ev kongre jî berdewamiya wan konferansan e. Kongre, di bin 2 serenevan de hate nîqaşkirin û guftûgo hate pêşxistin. Yek ji van pirsgirêka jinê hate nîqaşkirin. Ev nîqaş û guftûgoyên hatine pêşxistin, bi nêrînên cuda hatin nîqaşkirin. Ji nîqaşên xwe dubare dikin zêdetir, pirsgirêka jinê bi hûr û kûr hate nirxandin û ji hêla dîrokê ve bi kûrahî hate nîqaşkirin. Bandora van pirsgirêkên kûr û dîrokî yên li ser jinên di dema me de çi ne, tu têkiliya xwe re pê re heye? Êrişên di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de li Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur yekser li dijî jinan tên kirin em çawa dinirxînin û nirxandina me ya hevpar çi ye? Belê, me teşhîsa van pirsgirêkan kir, me pênase kirin lêbelê em ê vê çanda ku me heta sedsala 21’emîn aniye dê çawa bikin ku bikare bijî? Em ê têkoşîna azadiyê ya jinan çawa bimeşînin? Rêbazên vê çi ne, stratejî, plan û bernameya vê ya demdirêj çi ye, divê çi bin? Di demekî kin de divê em çi bikin? Yekitiya di navbera jinan de ji bo avakirina civaka demokratîk çiqas girîng e? Ev mijar hatin nîqaşkirin û li ser hate axaftin.”
'PIRSGIRÊKA JINÊ PIRSGIRÊKEKE MIROVAHIYÊ YE’
Nûbihar Mistefa, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka jinê divê tevgereke jinan a enternasyonalîst were avakirin û wiha pê de çû: “Heke em pirsgirêkê rast analîz bikin û çareseriyê jê re peyda bikin, wê demê em ê bikarin plan û bernameya têkoşînê jî diyar bikin. Armcan dê wê demê rast be û mîna rojê ronahiyê bide. Wê demê dê têkoşîna te jî diyar bibe. Tê dîtin ku têkoşîna jinê zorê dide modernîteya kapîtalîst, lewma li dijî têkoşîna jinê êrişên piralî dikin. Heke em li ser vî esasî bisekinin, wê demê çi êrişan dikin? Xebatên jinan dixin qalibekî teng, weke xebata saziyeke biçûk dibînin, pirsgirêkan ji hev cuda dikin û parçe parçe dikin. Pirsgirêkê, ji çavkaniya wê dûr dixin û kronîk dikin. Xebata jinan biçûk dibînin û bi vê yekê re ruhê şoreşger ê jinê, ruhê berxwedêr ê jinê qels dikin. Hewl dide têkiliya civakê û jinê ji hev qut bike û jinan ji dîroka zanistî qut bikin. Lê belê ev yek bandorê li têkoşîna jinan nake. Ev di heman demê de lîstikeke baviksalar e, xefik e. Di sedsala 21'emîn de êrişî tevgera jinan dikin. Ev xal di kongreyê de bi hûr û kûr hate nîqaşkirin. Nabe ku têkoşîna jinan weke têkoşîna civaka sivîl wer dîtin û jinan weke kesên di navbera civak û dewletê de eciqîn bê nirxandin. Jin dê van rolan li xwe negirin. Ya yekemîn; divê xwedî ruhekî şoreşger be, ya duyemîn jî divê sînorên neteweyî derbas bikin. Ji ber ku pirsgirêka jinê ne pirsgirêkeke neteweyî ye, pirsgirêkeke mirovahiyê ye. Divê têkoşîna wê jî hevgirtî û têkoşîna mirovahiyê be. Anku divê jin vegere çanda xwe ya sosyalîst a berê û vê bidomîne. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin. Ya sêyemîn jî divê zemîna hişmendiyeke teorîk bê avakirin. Ji bo vê jî divê diyalog bê pêşxistin û hem ji bo dema dirêj hem jî ya kurd li ser vê bingehê têkoşîn bê kirin.”
'JIN DI MEKANÎZMAYÊN BIRYARDAYÎNÊ DE TUNE NE’
Nûbihar Mistefa, destnîşan kir ku li dijî hevparçebûna jinan a hatiye afirandin divê têkoşîna yekbûnê were dayin û axaftina xwe wiha qedand: “Di kongreyê de rexneyên jinan, pêşniyerên wan hebûn. Divê diyalog çawa were pêşxistin, gihandina van a ji jinan re, serwextkirina jinan, qanûnên welatan, azadiya girtiyên jin ên siyasî, jinên ne xwedî statu, jinên ji qirkirinê re hatine derbaskirin û hwd. hatin nîqaşkirin. Parçebûna netewe dewletê di navbera ol, ziman, çandan de çêkirî, em ê çawa dîsa bikin yek û têkoşîna li dijî vê hate nîqaşkirin. Ev jî yek ji rêbazên têkoşînê yên yekemîn bû. Di esasê xwe de dema jinan behsa welatên xwe dikirin, hevdu jî nas kirin. Pirsgirêkên jin dijîn hema hema wekî hev in. Parlamentoya welatekî ji sedî 23 jê jin in lê li parlamentoya Somaliyê tenê yek jin jî di parlamentoyê de nîne. Lê ev nayê wê wateyê ku welatê parlamentoya wê ji sedî 23 jin demokratîk e. Ev nayê wê wateyê ku wan demokrasî ava kiriye. Ya yekemîn, jin di mekanîzmayên biryardayînê de tune ne an jî ol dide wan. Mekanîzmaya biryarê bi vî awayî tê meşandin. Jin ji kîjan mezhebê dibe bila bibe, ji kîjan ziman an jî welatî dibe bila bibe rastî heman pirsgirêkan tên. Ez dikarim bibêjim ku ev kongre bû gava tespîtkirina van pirsgirêkan û pêşxistina têkoşîna li dijî wê.”
MA / Zeynep Durgut