DÎLOK - Endamê Hewldana 78’iyan a Dîlokê Muslum Erîklî diyar kir ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn yek ji wan kesan e yên tovê ewil ê têkoşîna azadiyê ya Kurd li Dîlokê reşandî û got: “Kedeke pir mezin a hevalê Riza hebû.”
PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest dane. Yek ji bajarên ku PKK’ê ji ewil xebatên rêxistinkirinê lê meşanî jî Dîlok bû Altûn, li Dîlokê tevî kadroyên pêşengên ên weke Hakî Karer û Kemal Pîr xebitî. Altûn, di pêvajoya derbeya 12’ê Îlona 1980’an de hate girtin. Altûn, di Doza Dîlokê ya PKK’ê de ku hezar û 500 kes dihatin darizandin weke “bersûcê sereke” hate darizandin. Altûn, demeke dirêj li Girtîgeha 5’emîn Tûgaya Zirxî ya Dîlokê hate ragirtin. Li vir 3 mehan hate îşkencekirin.
'ALTÛN JI HÊLA KEMAL PÎR VE HATE BIRÊXISTINKIRIN’
Endamê Hewldana 78’iyan a Dîlokê Muslum Erîklî qala Altûn ku kir ku li Dîlok û Enqereyê bi hev re xebitî bûn. Erîklî, diyar kir ku tevî Altûn 2 salan li Dîlokê xebitî ne û got: “Riza Altûn li Enqereyê bi Kemal Pîr re hev nas kiribûn. Kemal, li Enqereyê gelek caran navê Riza dibihîse. Jê re dibêjin Riza kesekî gelek baş e lê karên nebaş dike. Kemal jî dibêje; ‘Wî bînin cem min, ez ê wî hişyar bikim.’ Kemal Pîr pir bê re diaxive. Piştre jî hatin û çûnên wî çêdibin. Kemal jê re qala Kurdîtî û şoreşgertiyê dike. Riza, ji Kemal Pîr gelek bandor dibe. Vê yekê ew bi xwe dibêje. Dibêje; ‘Ez di nava jiyaneke pir qirêjî de bûm. Kemal ez hişyar kirim.’ Ez diçûm dibistana amadehî. Li Parka Balikliyê TOB-DER hebû. Min jî di sala 1976’an de ew nas kirin. Rojekê dema em çûn komeleyê, hevalek hat pirsa me kir. Kemal Pîr û Cemal Bayik hatibûn. Gotin ku li ser daxwaza Abdullah Ocalan xwestine bi min re hevdîtinê bikin. Me hevdu wisa nas kir.”
'KEDEK A WÎ YA PIR MEZIN HEBÛ’
Erîklî, anî ziman ku Altûn û kadroyên din ên pêşeng ên PKK’ê li Dîlokê tovê ewil ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd reşandine û axaftina xw wiha qedand: “Dîlok, di navbera Tirk û Kurdan de herêmeke tampon e. Ev der pir zêde rastî pişaftinê hatiye. Dema li vir tu qala Kurdan û Kurdîtiyê ji mirovan re dikî bertekên pir mezin nîşan didin. Pişaftin di astekî wisa de bû. Tevgerê, kadroyên xwe yên pir girîng şand vê herêmê. Ev der herêmeke pir girîng bû. Li rexekî li dijî van polîtîkayan têdikoşiyan, li rexa din jî me li dijî zîhniyeta hewl dide me li qada demokratîk tecrîd bike têdikoşiyan. Di serdemeke wiha de hevalê Riza jî li vir xebat meşand. Kedeke wî ya pir mezin hebû.”