STENBOL - Serokê DYA’yê Donald Trump bi Serokê Sûriyeyê Ahmet el Şara, Prensê Welîaht ê Siûdî Muhammed bîn Selman û Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir.
Serokê DYA’yê Donald Trump li paytexta Erebistana Siûdî Ryadê bi serokê Heyet Tahrîr el Şamê (HTŞ) û serokkomarê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ahmed El Şara re hevdîtin kir. Prensê Welîaht ê Siûdî Muhammed bîn Selman di hevdîtinê de amade bû û Serokkomar Tayyîp Erdogan jî online tev li bû.
Rayedarekî payebilind ê Qesra Spî got: “Serok qebûl kir ku li Erebistana Siûdî silavê bide Serokkomarê Sûriyeyê ye.” Lê belê nehatibû aşkerankirin ka dê hevdîtin bi çi awayî were lidarxistin.
Trump, têkildarî mijarê herî dawî wiha gotibû: “Di mijara Sûriyeyê de em bi Serokkomar Erdogan re hinek xebatan dimeşînin. Her wiha di mijara mueyîdeyan de divê em biryarekê bidin. Dibe ku em mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakin ji ber ku em dixwazin firsenda destpêkekê bidin wan.”