ANTALYA - Hevseroka TUAYDER’ê ya Antalyayê Nazîme Bayhan diyar kir ku li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene û got: “Girtiyên rewşa wan giran hene. Em naxwazin darbestên wan ji girtîgehan derkevin. Divê tavilê bên berdan.”
Li Girtîgehên Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê û Girtîgeha Tîpa L a Manavgatê xwegihandina mafên sereke yên girtiyan bi awayekî sîstematîk tên astengkirin. Li girtîgehên tîpa S û bi ewlekariya bilind ên Antalyayê di saetên şevê de bi awayekî keyfî bi ser qawîşan de tê girtin, alavên hîjyenê û yên şexsî tên desteserkirin. Girtî, li gorî tawanbariyên di dosyayên dozan de tên dabeşkirin û daxwazên wan ên guherandina odeyan tên redkirin. 90 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê ne tên tehliyekirin ne jî tedawîkirin.
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Antalyayê (TUAYDER) Nazîme Bayhan têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Antalyayê axivî û got: “Ji roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirî heta niha tu gav nehatine avêtin. Em naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin. Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Tedawiya wan tê astengkirin. Dewlet zilma xwe ya li girtîgehan didomîne. Bi taybet jîl i Girtîgeha Tîpa S a Doşemealtiyê binpêkirinên giran hene. Hevalên me ne tên berdan ne jî tên tedawîkirin.”
‘EM NAXWAZIN DARBESTÊN GIRTIYAN JI GIRTÎGEHAN DERKEVIN’
Bi domdarî Nazîme Bayhan diyar kir ku tehliyeyên girtiyên 30 salan bi hincetên cuda tên astengkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Girtîgeh hêj jî ji 6 mehan heta 12 mehan ceza dide girtiyan. Em vê qebûl nakin. Baweriya me bi Abdullah Ocalan heye. Roja bangê anku 27’ê Sibatê roja aştî û azadiyê ye. Heke em piştgiriyê bidin Ocalan, em ê bi ser kevin, dê girtiyan ji girtîgehan derxînin û zilmê bi dawî bikin. Girtiyên me yên nexweş ên rewşa wan giran hene û em naxwazin darbestên wan ji girtîgehan derkevin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.”