NAVENDA NÛÇEYAN - Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê ku bi fîlma “Destdayîna Azadiyê” û merasîma xelatdayînê re bi dawî bû, diyarî Sirri Sureyya Onder hate kirin.
Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) ku îsal cara 14’emîn hate lidarxistin, bi fîmê “Destdayina Azadiyê” û merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Mihrîcan, diyarî Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder hate kirin.
Toren, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo Sirri Sureyya Onder dest pê kir.
Dîrektorê Mihrîcanê Ferhan Stêrk, got: “Sirri Sureyya sembola azadî û aştiyê ye. Hemû jiyana xwe fedayê têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê kir. Li gel têkoşîna gelê Kurd sekinî û ji bo mafên wan têkoşîn meşand. Em festîvala îsal LKFF’ê diyariyê sembola aştiyê hevrêyê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder dikin.”
Fîlmê girtinê yê hilberîna Swêdî ya bi navê "Destdayîna Azadiyê” ji aliyê derhêner Manal Masrî ve hat kişandin. Fîlm bi serpêhatiyên xwendekarên Kurd Jenkidar û Huseyîn ên ku di berxwedana Kobanê de cih girtine, derket pêş. Di hevpeyvîna piştî nîşandana fîlmê de careke din girîngiya berxwedana Kobanê hat destnîşankirin û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li salonê deng veda.
XELAT
Di merasîma xelatê ya mihrîcanê de berhemên navdar ên derketine pêş wiha ne:
* Xelata Fîlmê Herî Baş ê Metrajdirêj a Rojazer ji fîlmê Ayşe Polat ê bi navê "Cihê Kor" re hat dayîn. Ev fîlm ji Dayikên Şemiyê îlham girtiye û çîroka jiyanê ya parêzerekî mafên mirovan vedibêje.
* Xelata Fîlmê Dokûmanterê yê Metraja Herî Baş ê Mehmet Aksoy, ji fîlmê Berke Baş ê bi navê "Hold Still" re hat dayîn. Di fîlm de vegotineke berxwedêr, bîra kolektîf û bêdengî hat nîşandan.
* Xelata Kurtefîlma Dokûmanterê ya Herî Baş a Taha Kerîmî ji fîlma Aydin Gokmen a bi navê "Ever Since, I Have Been Flying”" wergirt.
* Xelata Kurtefîlma Herî Baş a Yilmaz Guney, ji ber fîlmê xwe yê bi navê "Agonya” (Êş) ji Borhan Ahmedî û Leîla Baghpira re hat dayîn.
* Xelata Taybet a Juriyê ji Fatin Kanat û Onder înce re ji belgefîlma "Bizim İsmail" û Aylin Kuryel û Firat Yucel ên "Zivirandina Ulyssesê" hat dayîn.
* Xelata Lîstikvaniya Herî Baş ji Silan Duzdaban (Buka Baranê) re hat dayîn.
* Xelata Lîstikvanê Herî Baş ji Korkmaz Aslan re hat dayîn.
*Xelatên rûmetê ji bo derhênerê fîlmê “Kur” Saman Hosseinpour û jina Êzidî Sarab Nayif Îssa ji bo rola wê di fîlma “Keçên Rojê” de hatin dayîn. Îssa xelata xwe diyarî hemû jinên berxwedêr kir.