AMED - Îhsan Acar ê ku 31 sal in ji bo aqûbeta bavê xwe yê li ber çavên wî hat binçavkirin û piştre hat windakirin têdikoşe, ji bo banga Abdullah Ocalan bê bersivandin û aştiyeke mayînde banga "hevrûbûnê" kir.
Têkoşîna edaletê ya malbatên ku xizmên wan di salên 1990'î de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di dema binçavkirinê de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin, didome. Malbat her hefte li gelek bajaran ji bo xizmên xwe yên winda çalakiyan li dar dixin. Di van rojên ku çareseriya pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin de hêviyên malbatan ên ji bo edaletê jî zêde bûne. Malbatên ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de ji bo çareseriyê ji dewlet/hikûmetê gavên şênber hêvî dikin, dixwazin aqûbeta xizmên wan bên eşkerakirin û kiryar bên darizandin.
Îhsan Acar (42) bi salan e ji bo aqûbeta bavê xwe Mehmet Salim Acar (31) ê ku di binçavan de hat windakirin hîn bibe têdikoşe. Bav Acar di 20'ê Tebaxa 1994'an de dema li nava zeviyê dixebitî, li taxa Ambarê ya navçeya Bismil a Amedê, ji aliyê kesên ku ji wesayîta Toros a bê plaqe peya bûn û xwe wekî polîs dan nasîn, hat revandin. Dema bav hat revandin kurê wî Îhsan Acar ê ku wê demê tenê 11 salî bû, li gel wî bû.
Malbata Acar dema agahî girt ku wesayît ketiye Tabûra Jendermeyan a Bismilê, serî li hemû rayedaran dan. Malbatê der barê Fermandarê Tabûra Komando ya Navçeyê ya wê demê Îzzet Cural û efserê cendirme Ahmet Babayîgît de serlêdana sûc kir. Lê belê di 23'yê Çileya 1997'an de bi hinceta "delîl kêm in" biryar hat dayîn ku tu tedbîr neyên girtin. Piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bûn, malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Di 8'ê Nîsana 2004'an de DMME'yê bi hinceta ku der barê windakirina Acar de lêpirsîneke têrker û bi bandor nehatiye kirin, biryara binpêkirina mafê jiyanê da.
Îhsan Acar, 31 sal in ji bo aqûbeta bavê xwe têkoşîna edaletê dide. Kur Acar her hefte li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" diqîre. Li gorî Acar aştiyeke mayînde bi hevrûbûna bi rabirdûyê re pêkan e.
Kur Acar diyar kir ku dema bavê wî hatiye revandin 11 salî bûye û wiha got: "Kesên ku digotin ew polîs in hatin cem me û ji bavê min re gotin 'Navnîşanek heye, tu yê bi me re bêyî û nîşanî me bidî, paşê em ê te bînin vir.' Bavê min dê neçûya, lê ji bo min biparêze çû. Cîranê me yê ku erdê wî li kêleka yê me got 'Ecele haya malbata xwe pê bixe. Yê bavê te revand Ahmet e, (Ehmo). Kî bibe paş de nayne.' Min haya dêya xwe û bapîra xwe pêxist. Rengê bapîra min ji nişka ve guherî. Êvarî em çûn cem keya. Xwişka min jî gava tevî cîranan li kêleka Çemê Dîcleyê xalî dişûştin, dîtiye ku dest û çavên bavê min girêdayî li wesayîtekê hatiye siwarkirin. Bavê min li wesayîteke din hatibû siwarkirin û ber bi Bismilê ve biribûn."
Acar anî ziman ku tevî hemû hewldanan jî aqûbeta bavê wî derneketiye holê û ji ber ku dest ji lêgerînê bernedane tim gef li wan hatine xwarin. Acar got: "Em ê ji niha û pê ve jî dest ji lêgerînê bernedin. Ji bo ku em ji gefan rizgar bibin û karibin i rihetî li bavê xwe bigerin, em neçar man gundê xwe biterikînin. Demekê em li Elihê man. Heman gefan li wir jî dest pê kir. Me li kîjan deriyî xist, sedemên cuda derketin pêşiya me. Derdê me em windayên xwe bibiînin."
Acar anî ziman ku bapîra wî di sala 2010'an de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Beriya ku bapîra min wefat bike got, 'Eger we rojekê hestiyên kurê dît, gora min vekin û hestiyên wî têxin hembêza min'.
BANGAWAZÎ
Acar ji bo bûyerên salên 90'î de banga 'hevrûbûnê' kir û got: "Banga birêz Abdullah Ocalan gelekî watedar e. Di çarçoveya vê pêvajoya ku dest pê kiriye de, em wekî Mirovên Şemiyê ji vir bang li rayedarên dewletê dikin; aştî ancax bi dewletên ku bi rabirdûyên xwe re hevrû bibin, pêkan e. Aştiyeke bi rabirdûyê re hevrû nebe ne jidil e. Werin bi rabirdûyê re hevrû bibin."
Acar got: "Divê dewlet ji bo windayan demildest peymana Neteweyên Yekbûyî îmze bike. Divê di bin banê Meclisê de 'Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê' bê avakirin. Tenê wê demê aştî pêkan e."
MA / Heval Onkol