WAN - Hevserokê Şaxa TUHAY-DER'ê ya Wanê Çetîn Ûyar diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got ku divê dewlet der barê girtiyên nexweş de demildest gavan biavêje.
Bandora "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de ji raya giştî re hat ragihandin, didome. Desthilat û dewlet der barê bangawaziyê de ku ji aliyê gelek beşên civakê ve hatiye pêşwazîkirin, hê jî gavên berbiçav neavêtine. Di pêvajoyê de ku hatiye destpêkirin, di nav daxwazên sereke de serbestberdana girtiyên nexweş heye.
Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê Çetîn Ûyar diyar kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.
‘GER ŞERT ÇÊBIBIN WÊ BÊTIR RÊ LI BER AŞTIYÊ BIXE'
Ûyar bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û got: "Tevî şert û mercên birêz Ocalan pêvajoyek daye destpêkirin. Em daxwaz dikin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk bê. Ger şert û mercên birêz Ocalan pêk bên, ew ê bihêztir rê li ber aştiyê bixe. Tevî bangaziyê jî, hê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk nehatiye. Ji bo birêz Ocalan xîtabî civakan bike divê şert û mercên wî yên fizîkî pêk bên. Fikr û ramanên birêz Ocaln ji bo me pir hêja ne. Ji bo birêz Ocalan fikr û ramanên xwe ji gelan re vebêje demildest divê zemîn bê avakirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan sîrayetî hemû girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê kiriye. Hê jî tecrîda li ser birêz Ocalan û girtîgehan didome."
‘EM BI BIRÊZ OCALAN BAWER IN'
Ûyar anî ziman ku divê dewlet demildest gavên berbiçav biavêje û got: "Divê dewlet êdî guh bide banga birêz Ocalan. Ji bo ragihandina bangê û şert û mercên wî divê gavên pêwîst bên avêtin. Birêz Ocalan ne di wê pozîsyonê de ye ku tenê xîtabê kurd û tirkan bike. Wekî gelê kurd, em di wê baweriyê de ne ku eger şert û mercên birêz Ocalan baş bibin, wê hîn bêtir bandortir be. Birêz Ocalan xwedî wê hêzê ye ku pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navînê çareser bike. Em bang li desthilatê dikin; divê bê şert û merc bibin bersiv ji birêz Ocalan re. Bila şert û mercên kongreyê bên dabînkirin. Bila 'mafê hêviyê' bê pêkanîn. Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi gelan re deyne. Ji bo aştî li ser zemîneke baş bê çêkirin, divê birêz Ocalan azad be."
‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
Ûyar da zanîn ku divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û got: "Li girtîgehan 2 hezar girtiyên nexweş hene û rewşa wan pir giran e. Ji van rewşa 850 kesan qet nebaş e. Di pêvajoya ku hatiye destpêkirin de divê girtiyên nexweş demildest, bê şert û merc bên berdan. Êdî girtiyên nexweş nayên dermankirin jî. Gelek girtiyên nexweş êdî nikarin jiyana xwe jî îdame bikin. Êdî divê girtiyên nexweş bên berdan û ji bo vê çi hewce be bê kirin. Ji bo berdana girtiyên siyasî jî divê derfet bên afirandin."
‘BÊ GUMAN KURD LI CEM BIRÊZ OCALAN IN'
Ûyar bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî gelên li Kurdistanê tên meşandin û got: "Ciwan, jin, hemû gel bi vê vê polîtîkayê jehrî dibin. Divê dawî li van polîtîkayan bê. Divê em bibin yek û tevkariyê li pêvajoya ku hatiye destpêkirin bikin. Divê em heyba xw eya aştiyê tijî bikin. Di vê pêvajoyê de em li cem birêz Ocalan in."