NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir û hêvî kir ev cejn bibe wesîleya aştiyê.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir.
Peyama KNK’ê wiha ye:
“Îro Çarşem e, Çarşema Sor e, Çarşema Serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike. Hêviya me ew e ku cejn, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan tevan.
Em niha cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin. Li Şengal, li Efrîn û li Serêkaniyê, êriş û xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewam in. Rewşa Şengalê hîn bi temamî zelal nebûye. Pirsgirêka Şengalê hingî diçe kûrtir dibe. Êrişên dewleta Tirk eên li ser Şengalê berdewam in. Em li gel gelê Şengalê û hêzên parastina Êzîdxanê cihê xwe digrin û em ê hemî awayî wan destek bikin. Ev êriş berdewama êrişa DAÎŞ'ê ye û berdewama Fermana 74. ne. 5 sal pêş niha, bê ku ji xelkê Şengalê bipirsin, li ser mesela Şengalê, bi organîzasyona dewleta Tirk, di navbera Hevlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şengalê, peymana ku di navbera h,kumetên Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê hatî çêkirin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wan e. Pirs li wan nehatiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin.
Şengal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendîyên cuda ye. Piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û Şengal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê teybetmendiyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji aliyê DAÎŞ'ê ve li Şengalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şengaliyan de vekirine. Niha jî hikumeta Bexdayê jî di nav de ji aliyê hinek hêzan ve, li Şengalê dem bi dem provokasyon têne çêkirin. Amanca van provokasyonan ew e ku Rêveberiya Xweser a Şengalê hilweşînin û gelê Şengalê bê rêveberî û bê parastin bihêlin. Divê îradeya xelkê Şengalê, esas bê girtin. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyar bin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin. Divê Şengal, rewşa xelkê Şengalê û pirsgirêkên Şengalê, bi awayeke teybet bêne nirxandin û çareserî jê re bêne dîtin.
Gelê Kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de tevbigerin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet a paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin.
Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, careke din cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.”