MÊRDÎN - Nameyên ku girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tên ragirtin dixwestin ji Abdullah Ocalan re bişînin, bi hinceta “ji we moral digire” nayên şandin.
Midûra Nûçeyan a JINNEWSW’ê Oznûr Deger li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate binçavkirin û hate girtin. Piştre jî sewqî Girtîgeha Jinan a Erzînganê hate kirin. Oznûr Deger, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên li girtîgehê vegot. Oznûr Deger, got ku daxwaza wan a derxistina revîrê nayê qebûlkirin û derman nayên dayin.
Oznûr Deger, da zanîn ku daxwaza wan a guherandina odeyê nayê qebûlkirin û got: “Mafê me yê sihbetê tê binpêkirin ku ev demekî dirêj e ev rewş didome. Dema em vê pirsgirêka xwe vedibêjin jî bersiv nayê dayin. Her tim bi ser qawîşên me de tê girtin û lêgerîn tê kirin. Daxuyaniyeke li ser televîzyonê tê dayin, dikin hinceta serdegirtinên qawîşên me. Ev serdegirtin, weke provakasyonan tên kirin. Nameyên ji me re tên şandin jî nayên dayin. Nameyên em dişînin jî bi keyfî tên astengkirin û yan dereng dişînin an jî qet naşînin.”
Di hevdîtinê de Oznûr Deger anî ziman ku nameyên girtî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişînin nayên dain û got: “Rêveberiya girtîgehê bi hinceta ‘ji we moral digire’ van nameyan naşîne. Tu mafên me yên qanûnî nayên naskirin. Ev binpêkirin demekî dirêj e didiomin.”
Oznûr Deger, da zanîn ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê daye.