STENBOL - Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê Fîdan Gul bi îdiaya “di îhaleyê de hîle kiriye” biryara binçavkirinê hate dayin.
Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê Fîdan Gul bi îdiaya “di îhaleyê de hîle kiriye” biryara binçavkirinê hate dayin. Li mala Gul û odeya wî ya li şaredariyê lêgerîn hate kirin. Hat zanîn ku biryara binçavkirinê di çarçoveya dosyaya Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler de ku niha girtî ye, hatiye dayin. Di çarçoveya lêpirsînê de heta niha jî 12 kes girtî ne.