Platforma Yekitina Jinên Kurd hate avakirin

  • jin
  • 11:52 14 Nîsan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kurdistanê 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî hatin gel hev û Platforma Yekitiya Jinên Kurd ava kirin. 

Li Kurdistanê nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî hatin gel hev û Platforma Yekitiya Jinên Kurd ava kirin.
 
Di daxuyaniya platformê de wiha hate gotin: 
 
“Em di pêvajoyeke ku pergala cîhanê tê dîzaynkirin de dijîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, dîzaynkirina sîstema cîhanê bi avabûna dewletên netewe li Rojhilata Navîn û parçebûna Kurdistanê bû. Piştî sedsalekê, em ketin pêvajoyeke dîzaynkirinê ku di encamê de dewletên netewe hatin hilweşandin. Ya ku ev guhertin pêk anî, têkoşîna azadiyê bû ku gelê me yê sed salî di bin dagirkerî û qirkirinê de bû, li her çar parçeyan bi êşên mezin li ber xwe da. Bi dilsoziya gelê Kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna xwe ya bê westan pergala qirker û dagirker îflas kiriye. Lê belê di vê pêvajoya dîrokî de hem xeterî û hem jî derfetên mezin ên azadiyê hene. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî wek gelek netewên din soza dewletbûnê ji gelê Kurd re hat dayîn û nexşe hatin xêzkirin, lê serokên gelê Kurd tenê bi herêmên xwe ve sînordar man, bi yekitî tevnegeriyan û encam bi Peymana Lozanê bû çar parçe û welat înkar kirin. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêvajo di berjewendiya gelê me de bi serkeftî bi dawî bibe, yekane tişta pêwîst ew e ku yekitiya neteweyî pêk were. Ger nebe gelê me tu îradeya siyasî efû nake.
 
YEKITIYA NETEWÎ JI BO ME JINÊN KURD TÊ WATEYA AZADÎ Û RÛMETÊ
 
Ji bo me jinên Kurd yekitiya netewî tê wateya azadî û rûmetê. Kurdistan di bin dagirkeriyê de tê wateya ku bedena jinê di bin dagirkeriyê de ye. Jinên Kurd ev sed sal in di bin kolonyalîzma hovane de dijîn, destavêtin, komkujî û revandin. Kolonyalîzm pirsgirêka jinê ye û ji bo azadiya jinê şertê yekemîn rizgarbûna ji dagirkeriyê ye. Parçebûna neteweyî bingehê domandina dagirkeriyê dide. Yekane rêya ji holê rakirina sedemên tundî û koletiya li ser jinan li Kurdistanê yekitî û çalakiya hevpar a di nava yekitiya neteweyî de ye. Di vê wateyê de yekitiya neteweyî ji bo me jinên Kurd têkoşîna azadiyê ye.
 
HER SAL DÊ LI PARÇEYEKÊ MIHRÎCANA JINÊN KURD BÊ LIDARXISTIN
 
Li ser vê bingehê em weke nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, di bin navê ‘Civîna yekitiya neteweyî ya jinên Kurd’ de ji bo pêşxistin û avakirina yekitiya neteweyî de di 7’ê Nîsana 2025’an hatin cem hev. Bi kurtasî mijar û biryarên me yên nîqaşê yên bingehîn; yekitiya neteweyî teng nebînin yekitiya partiyên siyasî û li ser esasê rêxistinbûna demokratîk û yekitiya siyasî ya demokratîk pêş bixin. Di hemû aliyên civakî, aborî, siyasî, çandî, perwerdeyî, hiqûqî, şaredarî, parlamenterî û sendîkayên çandî de yekitiya neteweyî pêş bixin. Her sal li parçeyekî Kurdistanê Mihrîcana Jinên Kurd bê lidarxistin. Ji bo zarokên mexdûrên şer û xizaniyê yên li çar parçeyên Kurdistanê toreke hevpar a hevpar bê avakirin. Ji bo di demeke nêz de konferansa jinên Kurd a netewî bê lidarxistin. Ji bo pêkanîna van biryaran weke ‘Platforma Yekitiya Jinên Kurd’ xwe bi rêxistin bikin.
 
BANG LI HEMÛ JINÊN KURD KIRIN
 
Banga me ya weke ‘Platforma Yekitiya Jinên Kurd’ ji hemû jinên Kurd re ev e; em bang li hemû nûnerên jinên siyasî, tevger û rêxistinên jinan ên li Kurdistan û dîasporayê dikin ku beşdarî vê platformê bibin. Werin em bi hev re yekitiya neteweyî wekî hezkirina azadiyê, hişmendiya wekheviyê û erkek mezin a welatparêziyê ava bikin. Li Kurdistanê bêyî yekitiya neteweyî ti têkoşîn û siyaset bi ser nakeve. Dîrok li ber me hemûyan îmtîhanek daye; divê jinên Kurd û gelê Kurd vê carê yekitiya neteweyî pêk bînin, eger nebe her parçebûn wê bibe sedema berdewamiya dagirkeriyê û windakirina destkeftiyan. Ger em yekitiya neteweyî pêk bînin, wê Kurdistana azad û statûya jina azad weke rojê li ser axa me derkeve. Werin em hemû bi hev re vê tavê li welat hilînin.
 
DEMA HIZRA HEVPAR A KURDAN HATIYE
 
Banga me ji hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî re ev e; yekitiya netewî di heman demê de pêşxistina demokrasiya Kurdan e. Parçebûn ji nepêşxistina demokrasiya gelê Kurd tê. Yekitî ew e ku mirovên cuda werin cem hev û pirsgirêkên hevpar û çareseriyên hevpar bibînin. Niha dem hatiye ku hizra hevpar a Kurdan pêk were. Bila çarenûsa gelê me û jinên Kurd êdî nebe azar û zilma ji ber parçebûnê. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekitiya neteweyî bi fezîletên bilind tevbigerin, fedekariyên xwe bikin, teng nêz nebin. Weke jin û mêrên Kurd ên azad, em jî weke hemû neteweyên azad, layîqin ku bi azadî û wekhevî di nava yekitiyê de bijîn.”
 
RÊXISTINÊN DI NAVA PLATFORMÊ DE CIH DIGIRIN
 
* Yekitiya Niştimanî Kurdistan  - YNK
 
* Yekitiya Jinên Kurdistan
 
* Rêxrawî Xuşkanî Îslamî Kurdistan
 
* Kongra Star
 
* Tevgera Jinên Azad  - TJA
 
* Partiya Yekitiya Demokrat  - PYD
 
* Komisyona Jin a KNK’ê
 
* Tevgera Goran
 
* Partiya Demokrasî û Wekhevîya Gelan - DEM Partî
 
* Partiya Herêmên Demokratîk  - DBP
 
* Rêxirawî Jinanî Zexmetkêşanî Kurdistan
 
* Hizbî Şûî
 
* Hizbî Sosyalîst
 
* PDS
 
* Lîderên Aştiyê
 
* Tevgera Jinên Êzdî  - TAJÊ
 
* Bûroya El Wahdê
 
* Komeley Afratanî Kurdistan
 
* Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa  - TJK-E
 
* Rêxirewî Peywendîyên Jinên Kurd - REPAK
 
* Şepêla Pêşeroja Kurdistan
 
* Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
 
* Partiya mirov û Azadîyê - PÎA
 
* Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistan - KJAR
 

Sernavên din

16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
13:46 SOHR: 17 jin û zarok hatin revandin
13:45 AKP a ku 23 sal in pêşniyara ‘Cejna Newrozê’ red dike niha pêşnûme da
13:29 DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
12:55 Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Heke îktîdar li gorî bangê gavan neavêje dê demokratîkbûn çênebe
12:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir
12:11 Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye
12:04 Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
11:28 Macron bi Abbas re hevdîtin kir: Divê Hamas were bêçekkirin
11:27 Prof. Dr. Dunbar: Dema ji ziman û çandan re rêz hate girtin dê aştî bibe
11:01 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Qada bêhnvedanê ku qeyûm dabû cendirmeyan hatiye îstîmlaqkirin!
10:44 Weqfa Mezopotamyayê kursa 9’an a folklor û edebiyata gelêrî li dar dixe
10:14 Li Antalyayê dawetên Kurdan bi hinceta ‘qedexeyê’ tên astengkirin
10:02 Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê biryara binçavkirinê
09:58 'Aştî û çareserî yekalî nabe’
09:53 Pîrozbahiyên Newroza Rojhilat: Banga Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist
09:04 Înîsyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin: Çalakiya ewil di 24'ê Nîsanê de ye
09:03 Parêzerên OHD'î: Divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:02 Qirêjiya li Gola Wanê zêde dibe, populasyona candaran tune dibe
09:00 Ferîde Eralp a feminîst: Bêyî jinan aştî ne pêkan e
09:00 ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2025’AN
14/04/2025
16:24 ‘Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike jin in’
15:38 Îtîraza li dijî girtina Îmamoglû hate redkirin
15:37 Rapor: Li Sîncanê ‘qedexeya îşkence û miameleya xerab’ tê binpêkirin
15:00 Meclisa Jinan a DBP’ê atolyeyan dide destpêkirin
14:42 Doza Narîn Guranê: Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezaretê hat qebûlkirin
14:40 4 sal û 8 meh cezayê hefsê li lîstikvana Kurd hate birîn
14:32 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Mafê agahîgirtinê yê gel tê astengkirin
13:52 Xalê Jîna Emîniyê hate girtin
13:15 Li Qersê jinek hate qetilkirin
13:10 Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê
12:44 Doza Narîn Guranê didome: Heqîqetê derxînin holê
12:29 Cûma Çat hate definkirin
12:25 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
11:52 Platforma Yekitina Jinên Kurd hate avakirin
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtina Erdogan de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatin axaftin
11:21 Hunermend Dîna Zaurub di êrişa Îsraîlê de hate qetilkirin
11:08 Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin
10:57 Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin
10:41 Duyemîn doza cînayeta Narîn Guranê dest pê kir
10:10 Xwebûn bi manşeta ‘Hunermend rayberî biko’ derket
09:10 Piştî Soylu hedef nîşan dayî bêyî ‘delîlan’ cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn
09:06 Qeyûmê Mêrdînê dê 35 neguhêzbarên bifiroşe
09:04 Curado: Bêyî berdana Abdullah Ocalan pêvajo nameşe