Herêma êriş lê didomin kişandibû: Li hin gundan 200 Elewî hatibûn qetilkirin

  • rojane
  • 10:05 13 Nîsan 2025
  • |
img

RIHA -  Rojnameger Ziwer Şêxo bi hinceta ku li Sûriyeyê li herêmên Elewî lê dihatin qetilkirin weşan kiriye hatibû binçavkirin. Şêxo, got: “Ji hinek malbatan tenê yek kes mabû. Li hinek gundan 200 kes hatibûn qetilkirin.”  

Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) piştî hilweşandina rejîma Esad rêveberiya Sûriyeyê bi dest xist. Bi destê HTŞ’ê li Sûriyeyê di nava çendek mehên dawî de bi hezaran Elewî hatin qetilkirin. Bi taybet jî li gundên Laziqiyeyê komkujiyên mezin hatin kirin û bi hezaran malbat neçar man ku koçî cihên cuda bibin. 
 
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştevaniya bi Elewiyên rastî êrişan tên re, bi rêya Heyva Sor a Kurd TIR’ên alîkariyê şand herêmê. Bi konvoyên di 16’ê Adarê û 11’ê Nîsanê hatin şandin re alîkarî gihand bi hezaran welatiyên li navçeya Ceblê ya Laziqiyeyê û bajarê Banyasê. 
 
Nûçegihanê Ronahî TV’yê Ziwer Şêxo ku konvoy dişopand, di 21’ê Adarê de ji hêla komeke girêdayî rejîma Şamê ve hate binçavkirin û demekî kin piştre hate berdan. Van koman, dest danîn ser kamera û telefona Şêxo. Piştî Rêveberiya Xweser ketî dewrê jî hate berdan. 
 
Şêxo, têkildarî tiştên li herêmê jiyayî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Şêxo, da zanîn ku piştî mutebeqeta di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê hindik jî be êrişên ser Elewiyan sekinîne û got: “Bi kêmbûna êrişan re alîkariyên mirovî gihiştin herêmê. Hewl dan bi hincetên cuda alîkariyan asteng bikin. Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîzê û ji bo alîkariyê bigihîne welatiyan, amblema ‘Heyva Sor a Kurd’ rakir. Lê encamek ji vê hewldana van komên çekdar derneket. Ji ber ku cihên em çûnê her kesî dizanî ku ev alîkarî Rêveberiya Xweser şandine.” 
 
LI TEVAHIYA QERAXÊ KOMKUJÎ HATINE KIRIN
 
Bi domdarî Şêxo destnîşan kir ku ji ewil gihiştine Hemayê û li vir her tim hatine astengkirin. Şêxo, got ku piştre derbasî Ceblê bûne û ev tişt anî ziman: “Me dît ku ciwanên li vir ji bo pêşwazîkirina konvoyên alîkariyê amadekarî kirine. Wan em pêşwazî kirin. Keşe û çendek kesên Dêra Mar Yaqûb (El Mukattah) diparastin, di geştên din de bi me re hatin. Em ji vir yekser derbasî aliyên qeraxê bûn. Li gundê ewil em gihiştinê komkujî hatibû kirin. Lê her ku em nêzî qeraxê dibûn, em bêhtir bi rastiya komkujiyê re rû bi rû man. Li gundan mal hatibûn şewitandin. Hinek mal jî tenê jinên kal mabûn.  Jinekê got ku 4 kurên wê hatine qetilkirin. Me li cihê zarok lê hatibûn qetilkirin şopên xwînê dît. Hinek jinan digotin ku hevjînên wan hatine qetilkirin. Zarokekî 10 salî dîmenên cenazeyan ên kişandî nîşanî me da. Digot bê ka kîjan bavê wî ye kîjan apê wî. Komkujî li pêş çavên wan hatiye kirin. Me jê pirsî bê ka çi ji wan hatiye pirsîn û komkujî çawa dest pê kiriye. Gotin ku komên hatin ji wan pirsa ‘Hûn Sunî ne yan Elewî ne?’ kirine.” 
 
'JI BER BAWERIYA XWE HATIN QETILKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Şêxo bi lêv kir ku ji hinek malbatan tenê yek kes mabû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hinek gundan 200 kes hatibûn qetilkirin. Hatina Rêveberiya Xweser a herêmê hindik jî be kiriye ku Elewî xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Li gel komujiyan, her wiha li herêmê talan û dizî jî hatiye kirin. Hinek malbat hebûn ku xwarina wan nemabû. Jinan, li dijî van komkujiyan berxwedaneke mezin raber kirine.” 
 
'KOMKUJÎ DIDOME’
 
Rojnameger Şêxo, da zanîn ku hindik jî be hewl daye tiştên hatine jiyîn bi raya giştî re parve bike lewma hatiye binçavkirin û got: “Li gundên qeraxê hinek kesan cisaret kirin ku biaxivin lê li bajarên qeraxê rewş cuda ye. Ditirsiyan ku bên kuştin. Çendek roj berê 6 kesên din li Banyas û Humsê bi hinceta ku Elewî ne hatine qetilkirin. Yek ji wan zarokekî 13 salî bû. Komkujî hêj berdewam in. Hinek saziyên çapemeniyê yên weşana xwe bi Erebî dikin, bi mexdûrên komkujiyê re hevdîtin nekirin. Ji ber ku piştgiriyê didin komkujiyê.” 
 
PÊVAJOYA BINÇAVKIRINÊ
 
Şêxo, destnîşan kir ku ji bo bibe dengê Elewiyan çûye herêmê û axaftina xwe wiha qedand: “Dema me ev biryar dayî, me xwe ji bo hemû îxtîmalan amade kir. Jixwe rojek piştî weşanê koman pêşiya me girtin. Wêneyeke ji weşanê nîşanî min dan û pirsîn bê ka ew kes ez im an na. Dema min qebûl kirî, ji erebeyê paya kirin û pirsîn bê ka ez bi rojî me yan na, ez Elewî me yan na. Min jî got ku ez ê bersiva van pirsan nedim. Demekî dirêj çavên min girtî di wesayîtê de hatim ragirtin. Piştre ji Ceblê birin Banyasê. Dest danîn ser telefon û qertên min. Mudaxileyekî fîzîkî nehat kirin. Ev hinek jî ji ber wê bû ku ez ji Rêveberiya Xweser hatibûm. Ji ber ku rayedar ketibûn navberê. Çendek saet piştre hatim berdan. Em ji wir vegeriyan lê hêj jî mirov li wir hewl didin li dijî koman jiyana xwe biparêzin. Şert e ku jiyana wan kesan bê misogerkirin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
13:46 SOHR: 17 jin û zarok hatin revandin
13:45 AKP a ku 23 sal in pêşniyara ‘Cejna Newrozê’ red dike niha pêşnûme da
13:29 DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
12:55 Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Heke îktîdar li gorî bangê gavan neavêje dê demokratîkbûn çênebe
12:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir
12:11 Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye
12:04 Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
11:28 Macron bi Abbas re hevdîtin kir: Divê Hamas were bêçekkirin
11:27 Prof. Dr. Dunbar: Dema ji ziman û çandan re rêz hate girtin dê aştî bibe
11:01 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Qada bêhnvedanê ku qeyûm dabû cendirmeyan hatiye îstîmlaqkirin!
10:44 Weqfa Mezopotamyayê kursa 9’an a folklor û edebiyata gelêrî li dar dixe
10:14 Li Antalyayê dawetên Kurdan bi hinceta ‘qedexeyê’ tên astengkirin
10:02 Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê biryara binçavkirinê
09:58 'Aştî û çareserî yekalî nabe’
09:53 Pîrozbahiyên Newroza Rojhilat: Banga Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist
09:04 Înîsyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin: Çalakiya ewil di 24'ê Nîsanê de ye
09:03 Parêzerên OHD'î: Divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:02 Qirêjiya li Gola Wanê zêde dibe, populasyona candaran tune dibe
09:00 Ferîde Eralp a feminîst: Bêyî jinan aştî ne pêkan e
09:00 ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2025’AN
14/04/2025
16:24 ‘Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike jin in’
15:38 Îtîraza li dijî girtina Îmamoglû hate redkirin
15:37 Rapor: Li Sîncanê ‘qedexeya îşkence û miameleya xerab’ tê binpêkirin
15:00 Meclisa Jinan a DBP’ê atolyeyan dide destpêkirin
14:42 Doza Narîn Guranê: Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezaretê hat qebûlkirin
14:40 4 sal û 8 meh cezayê hefsê li lîstikvana Kurd hate birîn
14:32 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Mafê agahîgirtinê yê gel tê astengkirin
13:52 Xalê Jîna Emîniyê hate girtin
13:15 Li Qersê jinek hate qetilkirin
13:10 Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê
12:44 Doza Narîn Guranê didome: Heqîqetê derxînin holê
12:29 Cûma Çat hate definkirin
12:25 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
11:52 Platforma Yekitina Jinên Kurd hate avakirin
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtina Erdogan de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatin axaftin
11:21 Hunermend Dîna Zaurub di êrişa Îsraîlê de hate qetilkirin
11:08 Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin
10:57 Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin
10:41 Duyemîn doza cînayeta Narîn Guranê dest pê kir
10:10 Xwebûn bi manşeta ‘Hunermend rayberî biko’ derket
09:10 Piştî Soylu hedef nîşan dayî bêyî ‘delîlan’ cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn
09:06 Qeyûmê Mêrdînê dê 35 neguhêzbarên bifiroşe
09:04 Curado: Bêyî berdana Abdullah Ocalan pêvajo nameşe