NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Îmad Cemîl diyar kir ku dê hilbijartinên parlamentoyê di dîroka hatiye diyarkirin de bên lidarxistin.
Endamê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Îmad Cemîl der barê amadekariyên ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê de axivî. Îmad Cemîl da zanîn ku komîsyon ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê amade ye û got: “Hilbijartin dê di dîroka ji hêla Desteya Wezîran ve hatiye diyarkirin bê li darxistin. Ji bo paşxistina hilbijartinê tu hêcetek nîne û demek dirêj e amadekarî ji bo hilbijartinê tên kirin. Komsiyona bernameya xwe ya kar diyar kiriye û wê tevdîran de jî guhertin hebin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hikumeta Iraqê ragihandibû ku dê hilbijartin di 11’ê Mijdara 2025’an de bên li darxistin.