NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî têkildarî hevdîtina ku dê li Ummanê bi DYA’yê re bê kirin, wiha got: “Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê.”
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi armanca çareserkirina nakokiyên nukleerî ku ev demeke dirêj e dewam dikin, dê di 12’ê Nîsanê de li Ûmmanê dest bi hevdîtinan bikin. Hevdîtinên ku wê bi beşdarbûna Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî û Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê DYA’yê Steve Witkoff werin kirin, wê bi navbeykariya Wezîrê Karên Derve yê Ûmmanê Badr al-Busaidi pêk werin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Em bi cidîbûn û jidiliya xwe şanseke rastîn didin dîplomasiyê. DYA tevî gotinên xwe yên dijminane jî divê vê biryarê pîroz bike. Em têkildarî hevdîtinan pêşdaraz nêz nabin. Em ê roja Şemiyê li inyet û cidîbûna DYA’yê binêrin û li gorî wê gavên xwe biavêjin.”
Tê dayîn ku encamên hevdîtinan bandoreke mezin li bernameya Îranê ya nukleerî û aramiya herêmê bikin.