QERS - Vedat Demîr ku hevalê wî Yakup Aydin ji hêla çawişê pispor Selman Kuçuk ve hate qetilkirin, wiha got: “Piştî kuştina Yakup ji bo kuştina min dîsa vegeriya lê nedît.”
Çawişê pispor Selman Kuçuk (29) li navçeya Qaxizman a Qersê welatiyê bi nvaê Yakup Aydin (32) bi çekê qetil kir û dîmenên kêliya êrişê hatin weşandin. Hevalên Aydin, Vedat Demîr û Ahmet Atmaca ku di dema qetilkirinê de li wir bûn, bûyer vegotin. Vedat Demîr, got ku dê biçûya derveyî welat lewma di tevahiya rojê de bi Yakup Aydin re bû. Demîr, got: “Em li navenda navçeyê hinek geriyan û piştre em çûn kafeyê. Dema em li kafeyê rûdiniştin, Yakup ji bo karê xwe ji kafeyê rabû û ez jî pê re rabûm. Em tam ber bi derî ve diçûn. Piştre kesê bi navê Selman Kuçuk em piştre hîn bûn çawişê pispor e, hat. Yekser berê xwe da Yakup û got; ‘Birader te çima li vî alî nihêrt?’ Yakup jî got; ‘Ez te nas nakim. Dê çima li te binihêrim?’ Piştre jî çawişê pispor yekser kulmek li Yakup xist. Min jî got qey welatiyeke jirêzê ye. Ahmet jî kete navberê û me ji hev cuda kirin. Lê wî xwe ji Ahmet xelas kir û ji nişka ve çeka xwe derxist û li pey gule avêt. Li ser vê yekê ez jî reviyam hundirê kafeyê. Piştî kuştina Yakup dîsa vegeriya, qêriya û got; ‘Yekê din jî hebû ew li ku ye?’ Heke ez ne reviyabûma dê min jî bikuşta.”
Demîr, got: “Dema em li ser maseyê rûniştin, me hay ji çawişê pispor jî nebû. Dema li emniyetê îfadeyên me girtin, polîsan gotin ku wî her tim li Yakup nihêrtiye. Ne bawerim di demên berê de di navbera wî û Yakup de tiştek hatibe jiyîn. Yakup, ew nas jî nedikir.”
'TU TIŞTEK LI HOLÊ NEBÛ LÊ ÊRIŞ KIR’
Şahidê din ê bûyerê Ahmet Atmaca jî anî ziman ku di roja bûyerê de tevî Aydin li kafeyê rûniştine û wiha got: “Me di navbera xwe de sihbet dikir. Dema em rûdiniştin tu gotin an jî rewşekî fîzîkî çênebû. Yakup, elektrîkvan bû. Got ku divê çendek gilopan biêxê û rabû. Di wê navberê de tevî hevalê xwe Vedat rabûn û ku biçin. Di wê navberê de ez jî bi telefonê diaxivîm. Dema Yakup û Vedat ji kafeyê derdiketin çawişê pispor hate cem wan. Ji ewil min got xizmê wî ye. Piştre wî kesî kulmek li Yakup xist. Ez jî yekser çûm û min çawişê pispor da aliyekî. Çawişê pispor piştre çeka xwe derxist û gule berdan Yakup. Di kêliya ewil de ez bi telefonê diaxivîm lewma tam nizamim li wir çê qewimî. Di dîmenan de jî diyar dibe ku hevalê me Vedat, li rex Yakup bû. Bû şahidê axaftinên ewil jî.”
BAV BABA: TIŞTA HATIYE JIYÎN WEHŞET E
Bavê Yakup Aydin, Mehmet Aydin jî anî ziman ku der heqê bûyerê de tu agahî li ber destê wan nînin û tiştên hatine jiyîn weke “wehşet” nirxand. Aydin, got ku ew gelek xemgîn in.
MA / Omer Akin