STENBOL - Sebahat Tuncel di şahiya bi boneya sala 76’emîn a rojbûna Abdullah Ocalan de axivî û got: “Pêvajoyeke nû dest pê kir. Tişta dikeve ser milê me, avakirina siyaseta demokratîk e. Aştiya Tirkyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike.”
Sala 76’an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Şahî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Taxa Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê hate pîrozkirin. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û gelek jin tev li bûn. Li cihê çalakiyê pankarta “Bêyî Rojê jiyan nabe” hate daliqandin. Her wiha dovîzên “Rojbûna te rojbûna me ye”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Yê dide meşandin tu yî, şikûr ji qudreta te re” û “Rojbûna te û rojbûna me pîroz be” hatin hilgirtin. Coşeke mezin di pîrozbahiyê de hebû. Jinan, li ber stranan govend gerandin û şitil hatin danîn.
BERXWEDANA ÎMRALIYÊ
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk di şahiyê de got: “Pêvajoya birêz Ocalan a li Îmraliyê bi berxwedanê derbas bû. Li derve jî berxwedaneke cidî ya gel hebû. Di hevdîtinan de ji birêz Ocalan dipirsin bê ka tevî tecrîdê çawa wiha zindî dijî. Ew jî dibêje ku sekna wî bingeha xwe ji cîhana zîhniyet û fikran digire. Got ku her tim fikrên xwe nû dike, her roj li ser mirov, civak û xwezayê difikire û fikrên xwe kûr dike. Ya ku ev rê li ber birêz Ocalan vekirî jî ev sekna wî ya bibiryar e. Birêz Ocalan demekî nêz berê bangekî girîng kir. Divê em xwe niha bêhtir birêxistin bikin. Birêz Ocalan destpêkên nû diafirîne. Bêguman dema vê dike jî ji têkoşîna gel a şoreşgerî bawer dike. Di vê çarçoveyê de divê em berpirsyartiya xwe bicih bînin.”
‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’
Dayika Aştiyê Gulsun Dag jî anî ziman ku bi ser banga dîrokî re zêdetirî mehek derbas bûye lê hêj jî dewletê tu gavên şênber neavêtiye. Gulsun Dag, got: “Çendek roj berê çûm girtîgehê. Li wir binpêkirinên mafan hene. Divê tavilê girtiyên me bên berdan. Weke gava ewil divê girtî bên berdan.”
'4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA KURDAN E’
Herî dawî jî Sebahat Tuncel axivî û ev tişt anî ziman: “4’ê Nîsanê li gel rojbûna birêz Ocalan, rojbûna gelê Kurd jî ye. Serdemeke nû dest pê kir. Birêz Ocalan vê weke ‘Ronesans’ dinirxîne. Birêz Ocalan ji 1993’yan heta niha ji bo mafên demokratîk ên gelan têdikoşe. Bi sala ye ji bo gelên Rojhilata Navîn têkoşîneke mezin dide. Zîhniyeta îktîdara 2013-2015’an û ya niha heman e. Bi sala ye rejîma qeyûm di meriyetê de ye. Li Rojhilata Navîn şer heye û Tirkiye neçar ma gavan biavêje.” Tuncel, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û biryara agirbestê ya PKK’ê û got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê qada siyaseta demokratîk were vekirin, mafên hemû gelên bindest bên naskirin. Tuncel, axaftina xwe wiha qedand: “Di Newroza îsal de peyama gel zelal bû. Gotin ku piştgiriyê didin banga birêz Ocalan. Ya dikeve ser milê me jî avakirina siyaseta demokratîk e. Divê em vê pêvajoyê û firsendê ji nevêhêlînin û li her derê bixin meriyetê. Ji bo avakirina demokrasiyê divê bêhiqûqtî bi dawî bibin. Firsendek heye û divê aştî çêbibe. Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike. Ji bo vê hewcehî bi têkoşîneke xurt heye.”
Şahî, bi birîna pasteyê û gerandina govendê domiya.