NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên tundiyê yên JINNEWS’ê, di meha Adarê de 24 jin û 4 zarok hatin qetilkirin û 14 jin û zarokekî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Adarê parve kir. Li gorî çeteleyê, di meha Adarê de 24 jin û 4 zarok hatin qetilkirin û 14 jin û zarokekî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyan; xizmaniya 5 jinên hatin qetilkirin a bi faîlan re nayê zanîn, 8 jin ji hêla hevjînên xwe ve, 2 jê ji hêla kesên hevberdanê ve, 2 jê ji hêla kesên di qonaxa hevberdanê de ve, jinek ji hêla destgirê xwe ve, 3 ji hêla destgirên xwe yên berê ve, 2 jê ji hêla nasên xwe ve û yek jî ji hêla bavê xwe ve hate qetilkirin.
Li gorî çeteleyê, ji jinan 2 jê li Îzmîrê, 3 li Amedê, 2 li Aydinê, yek li Kutahyayê, yek li Şirnexê, yek li Samsunê, yek li Agiriyê, 4 li Stenbolê, 3 li Tekîrdagê, yek li Mêrdînê, yek li Konyayê, yek li Antalyayê, yek li Mêrsînê, yek li Karamanê û yek jî li Çorumê hate qetilkirin.