AMED - Meşa ji Amedê ber bi Amarayê ve bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest pê kir. Ciwanan, diyar kirin ku heta Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê li qadan bin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya sala 76’emîn a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve meşê li dar dixe. Starta meşê hate dayin. Ciwan, meşa xwe bi dirûşma “Bi civaka demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” li dar dixin û meş dê di 4’ê Nîsanê de li Amarayê bi dawî bibe.
Ciwanan beriya meşê, li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê Bêrîtan Guneş û Onur Duşunmez, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên gelek saziyên civaka sivîl ên bajar jî beşdar bûn.
Ciwanan, pêşmalkên “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” li xwe kiribûn. Daxuyaniya bi Kurdî ji hêla Mercan Sarsilmaz û ya bi Tirkî jî Alîhan Şîmşek xwend.
‘ME BI CIWANÎ DEST PÊ KIR DÊ BI CIWANÎ BI SER KEVIN’
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn beriya daxuyaniyê axivî û got: “Sedema têkoşîna 50 salan didome ew e ku pirsgirêka Kurd ev sed sal in nayê çareserkirin. Em, ji bo xwedîderketina li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina civaka demokratîk bi rê ketin. Me bi gotina ‘Me bi ciwanî dest pê kir dê bi ciwanî bi ser kevin.’ Baweriya me ew e ku dê civaka demokratîk û azadî ji bo gelên Kurd û Tirkiyeyê demokrasiyê bîne.”
‘EM BER BI XAKA ZAYÎN LÊ ÇÊBÛYÎ VE DIMEŞIN’
Piştre jî metna daxuyaniyê hate xwendin. Daxuyanî, wiha ye: “Weke Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, em li dilê Kurdistanê Amedê ku gihiştî germahiya Newrozê, ber bi Amarayê ve dimeşin ku xaka paradîgmaya jiyaneke bi rûmet a gelan ‘zayîna rêbertiyê’ lê bûyî ye ve dê bimeşin. Dengê Rêber Apo ku ev 43 meh in hewl dan qut bikni, di 27’ê Sibatê de hemû qeyd û bend ji holê rakir, di serî de gelên Tirkiye û Kurdistanê xwe gihand hemû gelên cîhanê û Zinarên Îmraliyê hilweşand. Bi vê bangê re di hemû bindestan de têkildarî pêvajoyên têkoşîn û destkeftiyan hêviyeke mezin ava bû, ji xwe parçeyek tê de dîtin. Ji Belucistanê heta komunên Amerîkaya Başûr, ji Sicîlyayê heta Filipînan û ji Abya Yalayê heta Filistînê hemû gelan bi biryardariyeke mezin silav kirin û ev bang weke mudaxileyeke polîtîk di dilê Rojhilata Navîn de cih girt. Gelê Kurd jî bi pêşengtiya jin û ciwanan, bi dagirtina qad,kolan û taxên 8’ê Adarê û 21’ê Adarê piştgiriya xwe nîşan da.
HETA KU AZADIYA FÎZÎKÎ PÊK TÊ EM Ê LI QADAN BIN
Ji bo ev banga ku Rojhilata Navîn li mudaxileyên emperyal digire, ji bo hemû gelan û bindestan bûye çavkaniyeke îdeolojîk, li welat derfetên aştiyeke birûmet û jiyaneke azad afirandî cîbicî bibe, dê ciwanên Tirkiye û Kurdistanê di eniyên herî pêş de cih bigirin. Ji bo aştiyeke birûmet û avakirina civakeke demokratîk ku dê bibe temînata wê; di serî de xwebirêxistinkirin, civakîkirin û lidarxistina çalakiyan, ciwan dê di gelek qadan de berpirsyartiya xwe bicih bînin û heta ku Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad dibe jî dê her li qadan bin.
Şoreşa Tirkiye û Kurdistanê ku ji Mahîran heta Îboyan, ji Denîzan heta Mazluman, ji Hakiyan heta Hayrî Durmuşan mil daye milên hev, pir nêzî hedefa Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana xweser e. Dema dema wê ye ku em milên xwe bidin milên hev, bi hevgirtineke şoreşgerî bên gel hev û rengê xwe bidin dîrokê. Li hemberî vê firsenda li pêşiya ciwanên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê hatiye vekirin, ji bo dilsoziya bi rêber û pêşengên xwe, tam jî dema ruhê kongreya demokratîk a gelan û têkoşîna hevpar e. Li xaka ku Nurheq, Zagros, Amanos û Toros digihin hev de, li gel dostên xwe yên ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê, ji bo ji hemû gelan re bibe mînak em jiyanî dikin. Silav ji wan re yên ji kampusan diherikin Nûrhaqan. Silav ji wan re yên ji Kizildereyê diherikin Firatê. Silav ji wan re yên ji bo şoreşeke mayinde ji Çubukê derbasî Rojava bûn.
EM VEDIXWÎNIN MEŞA BIHEYBET
Em îro li Qada Şêx Seîd, li qada ku daxwaza xwebirêvebirinê ya Kurdan tune hatibû hesibandin, weke ciwanên Tirkiye û Kurdistanê, meşa banga ku berê dîrokê guherandî didin destpêkirin. Em banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a di serdemeke krîza Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ku hewl didin bi mudaxileyên emperyal teşe bidin Rojhilata Navîn banga kirdebûnê li hemû gelan dike silav dikin û soz didin ku heta meşa me digihije konfederalîzma demokratîk a gelan a Rojhilata Navîn dê bidome. Em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li hemû bajarên ku dê meşa me ya di navbera 1 û 4’ê Nîsanê de bigihijinê, bi germahiya biharê pêşwazî bikin. Em bang dikin ku banga aştî û civaka demokratîk fêm bikin, nîqaş bikin û li ser hûr bibin. Meşa me dê ji Amed, Sêwereg, Curnê Reş û Rihayê re derbas bibe û di 4’ê Nîsanê de bigihije Amarayê û ragihandina destpêkeke nû temam bike. Banga me li her kesî ew e ku tev li vê meşa biheybet bibin û bibin şahidên vejîna ciwanên Bakur.”
Piştî daxuyaniyê, ciwanan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” ber bi AZC Plaza ya li semta Ofîsê dest bi meşê kirin.